Cihêkarî û nîjadperestî li gelê Samî tê kirin

Li gorî lêkolîneke hikumetê ya li Swêdê, nîjadperestî û cihêkariya li gelê xwecihî yê Swêdê Samiyan tê kirin gelekî zêde ye û du ji sê Samiyan bûne hedefa nîjadperestiyê.

Nîjadperestî û cihêkariya li gelê Samî tê kirin, gelek caran bû rojeva Parlamenta Samî û rêxistinên civaka sivîl ên Samî.

Nêzî 50 rêxistinên civaka sivîl û mafên mirovan beriya niha bi demekê ragihandibûn ku mafên gelê Samî tên talankirin û li dijî nîjadperestiya li wan tê kirin tedbîr nayê girtin. Ji ber vê yekê jî li cem Rêxistina Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî giliyê Swêdê kiribûn.

Saziyên navneteweyî yên di nava Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê de cih digirin, bang li hikumeta Swêdê kiribûn ku pêşî li cihêkarî û nîjadperestiya li Samiyan tê kirin bigire.

Ji ber nerazîbûn û rexneyan, hikumeta Swêdê wezîfe da Navenda Lêkolînê ya Samiyan a Zanîngeha Umeayê û jê xwest ku asta cihêkarî û nîjadperestiya li Samiyan tê kirin lêkolîn bike. Bi vê armancê budçeyek ji 1 milyon kronî hate veteqandin.

Di encama lêkolînê de raporek hate amadekirin û hate ragihandin ku nîjadperestî newekheviya li nava civakê zêde kiriye.

Ji 748 Samiyên tevlî anketê bûn 507 (%68) gotin ku nîjadperestî li wan hatiye kirin. 172 kesî (%33) got, nebûne hedefa nîjadperestiyê. 69'an (%9) jî gotin, ew nizanin bê nîjadperestî lê hatiye kirin yan na.

Li gorî raporê, Samiyên ku bi giranî karê kevneşop dikin, bêhtir dibin hedefa cihêkarî û nîjadperestiyê. 9 ji 10 Samiyên ku Xezala Ren xwedî dikin, dibin hedefa nîjadperestiyê.

PÊŞNIYARÊN JI BO PÊŞÎGIRTINA LI NÎJADPERESTIYÊ

Di raporê de ji bo pêşî li nîjadperestiyê were girtin ev pêşniyar tên kirin:

- Divê civak li ser mercên jiyanê, çand, dîrok û mafên gelê xwecihî Samiyan bê agahdarkirin.

- Lêkolînên li ser gelê Samî û mekanîzmayên nîjadperestiyê bên zêdekirin.

- Ji bo Samiyan stratejiyên dij bi nîjadperestiyê bên afirandin, nêzîkatî û helwestên nîjadperestî bên diyarkirin û derfetên agahdarkirinê werin afirandin.

- Mafê Samiyan ê rêvebirina xwe bi xwe û bikaranîna çêrgehên Xezala Ren bê xurtkirin.

- Ji bo civak hîn bêhtir bi çand û kevneşopiya gelê Samî zanibe, piştgirî ji medya û saziyên çandê yên Samî re bê dayin.

- Ji bo Samî li dijî nîjadperestiyê bibin xwedî hêz, çand, dîrok û zimanê wan divê werin xurtkirin.

- Hevkariya navbera rêxistin û komên Samî bê xurtkirin.