Cîhangîrî: Ambargoya DYE’yê nikare bandorê li me bike

Alîkarê Yekemîn ê Serokkomarê Îranê Îshak Cîhangîrî bal kişand ser zextên DYE’yê û got ku, “Di van şertan de em milyonek varîl petrolê bifiroşin wê dahata me bibe wekî ya sala par.”

Alîkarê Yekemîn ê Serokkomarê Îranê Îshak Cîhangîrî bi wesîleya Roja Sîgorteya Neteweyî ya Îranê li Tehranê axivî. Cîhangîrî diyar kir ku heke DYE pakêta zextan a duyemîn têxe meriyetê, ew rojê milyonek varîl petrolê bifiroşin jî ji ber fiyeta zêde bûye û ew ê li gorî salên borî ne di xisarê de bin.

Cîhangîrî diyar kir ku wan mehên borî rojane 2 milyon û 500 hezar varîl petrol difirotin lê piştî zextên DYE’yê dibe ku hejmar kêmtir bibe.

Cîhangîrî diyar kir ku pakêta zextan a ku DYE li ser Îranê pêk tîne, ew ê bandoreke zêde li wan neke û a niha nêzî 100 milyar dolar rezerva wan a petrolê heye.

GELEK ŞÎRKETAN PEYMANA BI ÎRANÊ RE BETAL KIRIN

Li Îranê şîrketa bi navê Total bi Îranê re peymana derxistine gaz û petrolê ya bi 4 milyar û 200 milyon eûroyî îmze kiribû, lê piştî zextan dev ji kar berda. Şîrketên mezin ên wekî Peûgeot, Renaûlt, Cîtroen, MMK, Severstal, Boeîng û Aîrbûsê jî ev biryar dan.

PÊLA ZEXTAN A DUYEMÎN DI 5’Ê MIJDARÊ DE YE

Pêla zexta a DYE’yê ya li ser Îranê ew ê di 5’ê Mijdarê de dîsa têkeve dewrê. Piştî vê demê ew ê zext li firotina petrola Îranê were kirin.