Cezayê Çeqel Carlos hatibû birîn hate erêkirin

Ilich Ramirez Sanchez ê Venezûelayî ku bi navê 'Çeqel Carlos' tê naskirin û 24 sal in li Fransayê girtî ye, cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hate birîn ji aliyê doza temyîzê ve hate erêkirin.

Carlos sala 1994'an li Sudanê hatibû girtin û ji hingî ve li Fransayê girtî ye. Carlos bi çalaiyên xwe yên li dijî emperyalîzmê yên salên 1970 û 1980'î hate naskirin.

Carlos roja Duşemê li paytexta Fransa Parîsê li dadgeheke taybet a temyîzê hate darizandin. Dadgehê, cezayê girtîgehê yê ku bi îdîaya êrîşa bombeyî ya 1974'an a li Drugstore Publicis hate kirin lê hate birîn, erê kir.

Çeqel Carlos ku xwe weke 'şoreşgerekî profesyonel' bi nav dike, ji ber êrîşa li Parîsê, Adara 2017'an cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatibû birîn. Di êrîşê de 2 kes miribûn, 34 kes jî birîndar bûbûn.

Carlos doza ku piştî 43 salan hate vekirin, weke dozeke siyasî ya ku berê biryara wê hatiye dayin, bi nav kir.