Ceyş El Siwar: Ji Idlibê diçin Efrînê

Alîkarê Fermandarê Giştî yê Ceyş El Siwar Ehmed Sultan got dewleta Tirk ji Idlibê hin çeteyên girêdayî xwe derbasî Efrînê kiriye û vê didomîne jî.

Alîkarê Fermandarê Giştî yê Ceyş El Siwar got dewleta Tirk dixwaze li Efrînê û Şehbayê mayinde be û got dema li Idlibê ya heta 15'ê Cotmehê wê were dirêjkirin.

Alîkarê Fermandarê Giştî yê Ceyş El Siwar (Artêşa Şoreşgeran) Ehmed Sultan (Ebû Araç) derbarê Idlib, Efrîn û Minbicê ji ANF'ê re axivî.

Sultan got Idlib sala 2011'an dema ku raperîna gel li Sûriyê dest pê kirî pêşî li Derayê û piştre li Idlibê dest pê kir, gel ji dil bû, bi zarok, jin, ciwan û yixtiyaran ve rabû ser piyan, derket kuçeyan û 70 ji 100'î yê Sûriyê ketibû destê Artêşa Azad. Sultan got Artêşa Azad destpêkê şoreşger bû lê bi desteka Tirkiyê piştre hêzên Îslamî derketin ser dikê.


'TIRKAN ÇETEYÊN CÎHADÎST AVA KIRIN'

Sultan got, ''Mixabin nîvê 2012'an Tirkan çeteyên cîhadîst ava kirin. Piştî ku ev derketin holê şoreş ji rê hate derxistin. Piştre komên El Qaîde ketin Idlibê. 2013'an çeteyên DAÎŞ'ê li Sûriyê xuya kirin. 2014'an jî ketin Idlibê. Hêzên şoreşger ên li Idlibê li dijî DAÎŞ'ê şer kirin û şoreşeke dî dane destpêkirin. Di 7 rojan de DAÎŞ ji Idlibê derxistin. Ango li dijî DAÎŞ'ê em derketin û me ew bi paş ve xistin.''

Sultan bi domdarî got piştî ku wan destûr nedaye ku dewleta Tirk şoreş ji rê derkeve, Cephet El Nusra û hin hêzên din li dijî hêzên şoreşger şer dane destpêkirin, her wiha hin hêzên ku berê bi wan re tevgeriyan û hin komên 'OSO' jî îxanet li wan kirin û ev şerê li dijî wan bi desteka Tirkiyê û Katarê çêbû û neçar man ku ew ji Idlibê derkevin. Sultan wiha domand: 'Çeteyên DAÎŞ'ê û El Nusra dest li ser tang, çek, mal, têkberên me danîn. Bi zorê me xwe xilas kir.''

'DEWLETA TRIK FETÎH ŞAM AVA KIR'

Alîkarê Fermandarê Ceyş El Siwar Ehmed Sultan bi domdarî got, 'Pişre jixwe ji hêla Tirkiyê ve bi pêşengiya Cephet El Nura Fetîh Şam ava bû. 2015'an biharî Idlib hemû ji rejîmê standin. Van li ser gel zext danî. Piştî ku Rûsya kete Sûriyê, rejîm û Rûsyayê êrîş giran ên hewayî birin ser Idlibê. Pir ziyan giha gel. Ji vir û wir hêz bi peymanan li Idlibê civandin. ''

'SOÇÎ NE JI BO BERJEWENDIYA GEL E'

Derbarê Soçiyê jî Sultan wiha got, ''Li Soçiyê ji bo herêmên bêçek li hev kirin. Rûsan û Tirkan hin cih diyar kirin.  Ji bo ku rejîm bi rehetî biçe Guta û Derayê. Peymana Soçiyê ne ji bo berjewendiya gel e, tenê ji bo berjewendiya rejîmê ye. Li gorî vê peymanê li qadeke 20 km wê çekên giran werin civandin. Di vê rewşê de bi çekên sivik çek werin ser rejîmê jî wê ji 20 km wê de werin û bandorê li rejîmê nekin.

Weke ku wan li hev kir nebû. Hin komên bi ser Tirkiyê ve ev peyman qebûl kirin lê dîsa jî pêk nehat. Ji bo çekan ji vê herêmê derxin 15'ê Cotmehê dema ku diyar kiribûn qediya. Lê çek nehatin kişandin. Dîsa HTŞ (Heyet Tahrîr Şam) ragihand ku ew Soçiyê û kişandina çekan qebûl nakin. Bi hevkariya çend komên El Qaîde odeyeke operasyonê hate avakirin. Ango wan jî qebûl nekir.''

'DIBE KU ÇETEYAN BIKIŞÎNIN EFRÎNÊ Û ŞEHBAYÊ'

Sultan bi berdewamî got li gorî wan Tirkiye, Rûsya û Îran hewl didin ku komên girêdayî OSO qanih bikin û bi rejîmê re têkiliyê wan baş bikin û di rojên pêş de dibe ku hêzên ku Soçiyê qebûl nakin Ya xwe bikin yek û bi yên din re şer bikin û domand, ''Heke li Idlibê şer bibe wê hemû çeteyên Îslamî yên radîkal li deverekê asê bikin û wiha şer bikin''. Sultan her wiha got, ''Dibe ku li şûna şer, hewl bidin komên ku li dij derdikevin qanih bikin û wan bikişînin Efînê û herêma Şehbayê. Îhtîmaleke wiha jî heye''.

'FERMANDARÊN HTŞ'Ê BI DESTÊ DEWLETA TIRK TÊNE KUŞTIN'

Alîkarê Fermandarê Giştî ê Ceyş El Siwar Sultan li ser kuştinên dawî yên fermandarên Heyet Tahrîr Şam ên li Idlibê got, ''Bi qasî ku em dizanin fermandarên HTŞ'ê yên ku hatin kuştin û yên komên din, hemû li dijî Soçiyê rabûbûn. Ji bo vê wan dikujin. Di kuştina van de di serî de destê Tirkiyê heye.''

'LI EFRÎNÊ GEL BI HEV RE DIJIYAN'

Sultan bi berdewamî li ser dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê jî got, ''Li Efrînê û herêmên azadkirî yên Şehbayê jiyaneke demokratîk ava bûbû. Gel bi hev re dijîyan. Bi sed hezaran penaber hebûn. Dewleta Tirk ji bo ku dagirkirin kiribû serê xwe êrîş bire ser Efrînê. Em Ceyş El Siwar jî, li gel pêkhateyên QSD'ê li Efînê li dijî êrîşên dagirker ên hovane me mil da hev û me li ber xwe da. Şehîdên me jî çêbûn. Dewleta Tirk di van êrîşan de her cure mafê mirovan û rêgêzên navnetewî yên şer binpê kir. Nihaj î li Efrînê her cure polîtîkayên der mirovî dike. Guherandina demografiyê cara pêşî li Gutayê sazkar kirin. Niha jî li Efrînê bi hovîtî vê dikin.

'DEWLETA TIRK HIN KOMEN ÇETE DERBASÎ EFRÎNÊ KIRINE'

Tim têkiliyên me bi Idlibê re hene. Li gorî agahiyên ku hatine ber destê me dewleta Tirk li Idlibê hin komên Heyet Tahrîr Şam û hin endamên Partiya Îslamî ya Tirkîstanê derbasî Efrînê kiriye. Ji niha û pê de jî dixwaze van koman û yên din qanih bike, wan derbasî Efrîn û Şehbayê bike. Deweta  Tirk dixwaze li Efrînê û Şehbayê mayinde bibe. Heke ji dest were wê li Idlibê bimîne. Ez bang li NY, YE û hemû saziyên mafê mirovan dikim ku werin Efrînê lêkolînan bikin.''

'DEWLETA TIRK NIKARE BIKEVE MINBICÊ

Sultan herî dawî li ser gefên dewleta Tirk ên li ser Minbicê jî got, ''Dewleta Tirk li dijî civaka Bakurê Sûriyê û gelê Minbicê şerekî taybet dike. Ne pêkan ek u OSO û hêzên Tirk bikevin Minbicê. 
Ev 8 sal in li Sûriyê şer heye. Gelê Sûriyê pir westiyaye. Mirin, hilweşandin û şer bes e. Em bang li hemû sazî û derdorên siyasî dikin; divê em zextê li ser hemû koman bikin û ji bo berjewendiya gelên Sûriyê divê em çareseriyekê bibînin.''