Cebelîtarik daxwaza DYE a ji bo Îranê red kir

Hikumeta Cebelîtarik a herêma Îngîlîzan daxwaza DYE ya desteserkirina keştiya Îranê red kir.

Hikumeta Cebelîtarikê daxwaza DYE’yê red kir û keştiya petrolê ya Îranê xwe amade dike ku ji nav sînorên ava Cebelîtarikê derkeve. Hikumetê diyar kir ku ev zextên DYE’yê wê nikaribin li ser Yekîtiya Ewropayê were pêkanîn.

DYE dixwest di çarçoveya zextan de dest deyne ser keştiya petrolê ya Îranê.

Fermandariya Keştiyan a Îranê jî diyar kir ku ew amade ne, li Kendavê keştiyên petrolê yên Îranê biparêzin.

Rayedarên Cebelîtarikê di 4’ê Tîrmehê de dest danîbûn ser keştiya petrolê ya Îranê ya bi navê Grace 1. Rayedarên Cebelîtarikê diyar kiribûn ku petrola di keştiyê de wê biçe ji rafînera Banyasê ya Sûriyeyê.