Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Bûyera Kaşikçi: Bi xwe re cezayê darvekirin û guşar anî

Serdozgeriya Erebîstana Siûdî têkildarî kuştina Rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçi yê li Stenbolê di derbarê 5 kesan de cezayê darvekirin û DYA’yê jî di derbarê 17 Siûdiyan de biryara guşarê da.

Serdozgeriya Siûdî têkildarî rojnamevan Cemal Kaşikçi yê meha borî li Sefaretxaneya Erebîstana Siûdî ya li Stenbolê hatibû kuştin, di derbarê 5 kesan de cezayê darvekirinê da. Dozgeriyê anî ziman ku kesê fermana kuştina Kaşikçi da û ji bo Kaşikci bîne Riyadê şefê koma tîma çûbû Stenbolê ye. Li gorî dozger dema ku dîtin nikarin Kaşikçi bi zorê ji sefaretxaneyê birevînin biryara kuştinê dan.

Dozger destnîşan kir ku berovajî îdîayên çapemeniya Tirk Velîhat Prens Mûhammed Bîn Salam ti eleqeya wî bi bûyerê re nîne.

Dozger da xuyakirin ku 2’ê Cotmehê Kaşikçi li sefaretxaneyê destpêkê bêhiş dikin, piştre jî parçe dikin.

Li aliyê din li gor Reûtersê, Wezareta Xizîneyê ya DYA’yê, wê di derbarê 17 welatiyên Siûdî de guşarê pêk bînin. Di nava kesên hatin hedefkirin de şêwirmendê nêz ê berê yê prens Salman Saûd El Kahtanî û Serekkonsolos Mûhammed Aloteybî jî heye.