Buhayê petrolê gihîşt asta rekorê ya 4 salên dawî

Buhayê petrolê gihîşt asta herî bilind a 4 salên dawî. Dibe ku gelek welatên ku aboriya xwe li ser hatineyên petrolê ye, nikaribin ji vê yekê sûdê werbigirin.

Di demekê de ku tê payin DYA pêkanînan li ser Îran û Venezûelayê ferz bike, buhayên petrolê her zêde dibe.

Buhayê warîleke petrola Amerîkî Light Sweet Crude (WTI) bi 70 dolar û 73 sentî hate firotin ku ev yek asta herî bilind a ji Mijdara 2014'an û vir ve ye. Li gorî buhayê dawî yê roja Înê, li hemberî WTI, buhayê ptrola Brent gihîşt asta 76 dolar û 17 sentî.

Buhayê her du cûreyên petrolê derket asta herî bilind a 4 salên dawî. Tê payin ku piştî daxuyaniya îro ya Serokê DYA Donald Trump a li ser Îranê, buhayê petrolê zêdetir bibe. Ji ber zêdebûna buhayê petrolê tê payin ku daxwaza li bazarê kêm bibe.

Wekî din, li Venezûelayê ku di hedefa Trump de ye û razemeniyên wê kêm in, tê payin ku hilberîna petrolê ji ber pêkanînên Amerîkayê kêmtir bibe.