Brîtanya û DYE: Îranê dest li ser du tankêran danî!

DYE’yê piştî ku Îranê dest li ser tankêra petrolê ya Ingilîz danî got, ‘’tundî tê geşkirin’’, Brîtanya got, dibe ku tankêreke Liberyayê hatibe desteserkirin. Hate gotin keştiyeke jê hatiye berdan.

Îranê ragihandibû dema ku ji Tengeva Hurmiz derbas dibû dest li ser tankêreke petrolê ya Ingilîz danîne. Piştî Brîtanyayê rêveberiya DYE’yê helwest nîşan da, Serokê Emerikayê Donald Trûmp got, Îran tundiyê geş dike.

Trûmp ji nûçegihanan re got dibe ku Îranê dest li ser du keştiyan danîbe.  Trûmp got DYE li ser tankêra petrolê wê hewl bide bi rêveberiya Brîtanyayê re, ‘’bide û bistîne’’.

Wezîrê Karê Derve yê Brîtanyayê Jeremy Hunt  li dijî Îranê helwest nîşan da, got keştiyeke dî ya Liberyayê hatiye desteserkirin. Hunt têkilî detdanîna li ser tankêran got, ‘’ev destiserdanîn nayê qebûlkirin’’. Hunt her wiha got, ji ber ku dest li ser tankêran hatiye danîn, ‘’di nav fikaran de ye’’.

Piştî van daxuyaniyan şîrketeke bi nave Norbulk Shîppîng got, keştiyeke petrolê ya bi ser wan ve a bi nave Mesdarê hatiye berdan.

Înê malpera Zêrevanên Şoreşê Sepahnewsê gotibû, bi sedema ku ‘’ne li gorî hiqûqa deryavaniyê ya navnetewî tevgeriyaye’’ dest li ser tankêreke petrolê ya Ingilîz a bi nave Sttena Împero danîne. 

Piştî ku Dadgeha Bilind a Cebelîtarik biryar da ku tankêra Îranê 30 rojî dî girtî bimîne bi çend saetan ev daxuyanî hate dayin. 4’ê Tîrmehê li peravên Cebelîtarikê tankêra petrolê ya Îranê hatibû desteserkirin.