Bota Binav piştî 51 salan hate dîtin

Bota Binav a ku bi 52 personelên xwe li Fransayê noqî binê avê bû piştî 51 salan hate dîtin.

Wezîra Hêzên Çekdar a Fransayê Florence Parly bi daxuyaniyekê ragihand, bota binav a bi navê La Minerve ku sala 1968'an winda bû û piştre nehate dîtin, enqazê wê hatiye dîtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, enqazê bota binav li qadeke bi 45 kîlometreyan dûrî peravê bajarê Toulonê hatiye dîtin. Hate ragihandin ku enqaz bi saya teknîka nû hatiye dîtin. Enqazê bota binav li kûrahiya ji 2 hezar û 370 metreyî li binê deryayê hate dîtin. Hate ragihandin ku keştiyeke Emerîkî jî tevlî karê lêgerîna li bota binav bûye û bi saya droneyên binavê devera ku bota binav lê bû hatiye tespîtkirin.

Bota Binav a bi navê La Minerve di 27'ê Çileya sala 1968'an de dema ku bi 52 personelên xwe ji bo perwerdeyê bi rê ket noqî binê avê bûbû.