Borîs Johnson bû serokwezîrê nû yê Brîtanyayê

Şaredarê berê yê Londrayê Borîs Johnson bû serokê Partiya Mûhafazakar a Brîtanyayê. Bi vê re wê li şûna Theresa Mayê jî bibe serokwezîrê nû.

Duh bi dengadanîya 160.000 endamên Partiya Mûhafazakar a Brîtanyayê Borîs Johnson bû serokê partiyê.

MAY WÊ ÎSTÎFAYA XWE PÊŞKÊŞÎ KRALÎÇE ELÎZABETH BIKE

Theresa May a ku a niha serokwezîra Brîtanyayê ye wê sibê li Qesra Bûckînghamê îstîfaya xwe pêşkêşî Kralîçe Elîzabeth bike. Piştî nîvro jî wê Johnson peywira serokwezîriyê werbigire. Piştî ku Johnson ji aliyê Kralîçe hate ezimandin wê berpirsyariya hikumeta nû werbigire.

Dosyeya herî giran a li ber Johson jî derketina ji Yekîtiya Ewropayê ye ya ku gel di 23’ê Hezîrana 2016’an de bi rêjeya 52 ji sedî qebûl kiribû.