Bombeya deng avêtin mala endamê JOH'ê

Endamên Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Edeneyê, li dijî mala ku endamekî Tevgera Taybet a Jendermeyan (JOH) bi bombeya deng çalakiyek kirin.

Endamên Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Edeneyê, li dijî mala kesekî endamê Tevgera Taybet a Jendermeyan bi bombeya deng çalakî pêk anîn. Çalakî li taxa Kuçukdîkîlî ya navçeya Seyhanê pêk hat û teqîneke mezin rû da.

Endamên însiyatîfê ragihandin, ji bo destekê bidin berxwedana zindanan û li dijî tundiya polîsan a li dijî dayikan derkevin wê her tim çalakiyan pêk bînin.