Boko Haram li Nîjeryayê êrîş kir: 18 mirî, 84 birîndar

Li bajarê Maîdûgûrî yê li bakurê rojhilatê Nîjeryayê Boko Haram êrîşek kir. Di vê êrîşê de 18 kes mirin û 84 kes jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya SEMA ya ku saziya herêmî ya rewşên lezgîn e, êrîş roja Yekşemê pêk hat. Rayedarekî SEMA’yê Abello Dambatto ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku li taxên Bale Shûwa û Bale Kûra ya Maîdûgûriyê êrîş pêk hatiye û got “Heta niha me 18 cenaze tespît kir. Ev kes dema ku xwestin ji şerê di navbera leşker û mîlîsan birevin, hatine kuştin.”

Dambatto diyar kir ku li taxeke din beriya ku du kes bombeyên li ser xwe biteqînin, ji aliyê leşkeran ve hatine kuştin.

Êrîşa mezin a Boko Haram ê ku têkiliya xwe bi DAÎŞ’ê re heye roja Yekşemê saet di 20.30’an de dest pê kir. Kesên ji herêmê diyar kirin 7 endamên çeteyan yên ku bombe li xwe pêçandibûn jî hatine kuştin.

Roja Înê jî çar zarokên keç ê temenê wan di navbera 13-18’an de ye li dijî Kampa Zawûya ya li derdora Maîdûgûrî êrîşeke xwekuş li dar xistibûn û du kes li vê derê miribûn.

Li Eyaleta Yobe jî piştî 1000 zarokên keç ji aliyê Boko Haram ve hatibû revandin li bajarê Dapchiyê teslîmî malbatên xwe hatibûn kirin.

Piştî ku di sala 2009’an de Boko Haram derket holê, heta niha 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. 1,6 milyon kesan ji neçarî malên xwe terikandine û ev kes nikarin vegerin malên xwe.