Bîlançoya teqîna volkana Fuego giran dibe

Li Gûatemalayê roja Yekşemê volkan teqiya. Tê gotin, heta niha herî kêm 62 kes ji ber teqîna volkan jiyana xwe ji dest dane.

Volkana bi navê Fuego (Agir) ku ya herî aktîf ê Gûatemalayê ye, roja Yekşemê teqiya û lava ji devê volkan herikî zerareke mezin da derdorê. Bîlançoya teqîna volkan giran dibe.

Li gorî daxuyaniya Enstîtuya Tipa Edlî ya Neteweyî ya Gûatemalayê (Inacif) heta niha 62 kes mirine. Bi dehan kes jî birîndar bûne.

Çiyayê Fuego ku bilindahiya wê 3 hezar û 763 metre ye, bi 35 kîlometreyan dûrî paytext Gûatemalayê ye. Nêzî 5 hezar kesên li herêmê dijîn ji ber teqîna volkan hatin veguhastin.