Bîlançoya protestoya li Iraqê giran dibe
Li Iraqê sê roj in protesto tê kirin. Heta niha 29 kes di van protestoyan de mirine.
Li Iraqê sê roj in protesto tê kirin. Heta niha 29 kes di van protestoyan de mirine.
Li gorî nûçeya ku Skynews spartiye çavkaniyên nexweşxaneyan li Iraqê di protestoyan de heta niha 29 kes mirine. Ev protesto roja Sêşemê li Iraqê dest pê kiribû û di roja sêyemîn de didome.
Ligel ku qedexeya derketina derve hatiye ragihandin jî li Qadên Tehrîr û Teyeranê gel kom dibin û protestoyan dikin. Hêzên ewlekariyê li hemberî xwepêşanderan ji neçarî vekişiyan.
Xwepêşanderan xwestin rejîma Iraqê îstîfa bike û Îran jî şermezar kirin.