Bîlançoya fermî ya protestoyên li Iraqê: 157 kes mirin

Hate diyarkirin ku di çalakiyên li dijî hikumetê de, piraniya wê li Bexdayê 157 kes mirine.

Li gorî daneyên fermî yên Iraqê, li Bexdayê û li bajarên başûr di çalakiyên protestoyê de 157 kes mirine. Hate diyarkirin ku ev kesên hatine kuştin hemû çalakger in û piraniya wan ji Bexdayê ne.

Hate diyarkirin ku 70 ji sedî çalakgeran gule li serî û sînga wan ketine û ji ber vê mirine.

Rayedaran diyarkirin ku li heft wîlayetan gelek fermandar jî ji peywirê hatine stendin.