Bîlançoya bûyerên li Gazzeyê: Herî kêm 12 kes mirin
Hate ragihandin ku di êrîşa artêşa Îsraîl a bi ser Şerîda Gazzeyê de herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Hate ragihandin ku di êrîşa artêşa Îsraîl a bi ser Şerîda Gazzeyê de herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tendurustî ya Filistînê, hejmara kesên di şerê vê sibê yê di navbera Şerîda Gazze û Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dabûn zêde dibin. Wezaretê ragihand ku di mudaxalekirina artêşa Îsraîlê de herî kêm 12 Gazzeyiyan jiyana xwe ji dest daye.
Hatibû ragihandin ku di çalakiyên vê sibê yên li ser xeta sînor a Şerîda Gazzeyê hatî lidarxistin de, ji aliyê artêşa Îsraîlê ve guleyên rast hatibûn bi karanîn. Artêşa Îsraîlê îdîa kiribû ji ber ku çalakvanên Filistînê kevir û bombeyên şewatê avêtine wan, neçar mane guleyan berdin.