'Bila sûcên li dijî mirovahiyê yên Tirkiyeyê li cih bên lêkolîn'

68 wekîlên Parlamenta Ewropayê (PE) ji Serokê PE'yê Davîde Sassolî re nameyek nivîsîn û bang lê kirin, ku ji bo lêkolînkirina sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine, heyetekê bişîne.

Endamên Koma Dostaniya Kurdan a Parlamenta Ewropayê (PE) Françoîs Alfonsî, Andreas Schîeder, Nîkolaj Vîllûmsen jî di nav de 68 wekîlan nameyek ji Serokê PE'yê Davîd Sassolî re nivîsîn û jê xwestin, ku ji bo tespîtkirina sûcên li dijî mirovahiyê yên ku Tirkiyeyê kirine, her wiha ji bo lêkolîna têkildarî rapora Neteweyên Yekbûyî, delegasyoneke taybet a ji parlamenteran bi serokatiya Parlamenta Ewropayê ava bike, dema ku qedexeya ger û geşê ya ji ber koronayê bi dawî bû, yekser bişîne Herêma Xweser a Bakurrojhilatê Sûriyeyê.

Nameya parlamenterên Parlamenta Ewropayê wiha ye:

'Rêzdar Sassolî

Em; endamên Parlamenta Ewropayê rapora Komîsyona Lêpirsîna Navneteweyî ya Serbixwe ya Komara Ereb a Sûriyeyê girîng dibînin ku 14'ê Tebaxa 2020'î pêşkêşî Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hate kirin.

Ev rapor bi rengekî eşkere û ispatkirî balê dikişîne ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Bakurê Sûriyeyê. Ev binpêkirin jî ji aliyê 'Tûgaya Suleyman Şah', 'Tûgayên Hamza', yan jî 'Tûgaya Sûltan Mûrat' ên ser bi Tirkiyeyê ve tên kirin. Ev komên navborî tevî Efrîn-Al Bab, her wiha herêma Tel Abyad (Girê Spî) - Serêkaniyê jî kontrol dikin.

Qurbanên van binpêkirinan ji destavêtinê heta revandina mirovan û kuştina bêdaraz, ji gelek kiryaran gilî û gazinan dikin. Mexdûrên ku piraniya wan Kurd in û karîbûn ji van komkujiyan birevin, li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ne.

Em dixwazin ku hikumeta Tirkiyeyê piştgiriya xwe ya polîtîk, aborî û leşkerî ya ji bo van komên ku bi rêk û pêk mafên mirovan binpê dikin, bibire. Em bang dikin ku artêşa Tirk û komên ser bi wê ve dawî li dagirkeriya li Bakurê Sûriyeyê bînin û xwe ji herêmê vekişînin.

Di vê çarçoveyê de em dixwazin, delegasyoneke taybet a ji parlamenterên ku bi serokatiya Parlamenta Ewropayê hatine hilbijartin bê avakirin û dema qedexeya ger û geştê ya ji ber koronayê bi dawî bû biçe Herêma Rêveberiya Xweser a Bakurrojhilatê Sûriyeyê.

Armanca şandina vê delegasyonê ji bo herêmê ew e ku li ser rewşê hîn bêhtir agahiyan kom bike, bi organên siyasî yên rêveberiya xweser re diyalogê bide destpêkirin û bi mirovên ji herêmên di bin dagirkeriya Tirk de reviyane, biaxive. Ev hewldan wê destûra wê yekê bike ku raporên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bên lêkolîn, berpirsyarên gengaz ên komkujiyan bên pênasekirin û di bin sîwana Dadgeha Ceza ya Navneteweyî de darizandin dest pê bike."

PARLAMENTERÊN KU MOHRA XWE DANÎNE BINÊ NAMEYÊ

ALFONSI François (Greens/EFA)

ANDREWS Barry (Renew)

ARENA Maria (S&D)

AUKEN Margrete (Greens/EFA)

BARRENA Pernando (GUE/NGL)

BELLAMY Francois-Xavier (EPP)

BENIFEI Brando (S&D)

BITEAU Benoit (Greens/EFA)

BJÖRK Malin (GUE/NGL)

BOMPARD Manuel (GUE/NGL)

BRGLEZ Milan (S&D)

BULLMANN Udo (S&D)

CAREME Damien (Greens/EFA)

CASTALDO Fabio Massimo (NI)

CHAIBI Leila (GUE/NGL)

CHRISTOFOROU Lefteris (EPP)

CIUHODARU Tudor (S&D)

COMIN I OLIVERES Antoni (NI)

CORMAND David (Greens/EFA)

DELBOS-CORFIELD Gwendoline (Greens/EFA)

DELLI Karima (Greens/EFA)

GEUKING Helmut (ECR)

GRUFFAT Claude (Greens/EFA)

GUSMÃO José (GUE/NGL)

HAUTALA Heidi (Greens/EFA)

HEIDE Hannes (S&D)

INCIR Evin (S&D)

JADOT Yannick (Greens/EFA)

KAILI Eva (S&D)

KANKO Assita (ECR)

KIZILYÜREK Niyazi (GUE/NGL)

KOKKALIS Petros (GUE/NGL)

KONEČNÁ Kateřina (GUE/NGL)

KÖSTER Dietmar (S&D)

MANDL Lukas (PPE)

MARQUARDT Erik (Greens/EFA)

MATIAS Marisa (GUE/NGL)

MAVRIDES Costas (S&D)

MICHELS Martina (GUE/NGL)

MODIG Silvia (GUE/NGL)

PAPADAKIS Demetris (S&D)

PAPADIMOULIS Dimitrios (GUE/NGL)

PINEDA Manu (GUE/NGL)

PONSATI Clara (NI)

PUIGDEMONT Carles (NI)

REGO Sira (GUE/NGL)

RIBA I GINER Diana (Greens/EFA)

RIVASI Michèle (Greens/EFA)

RODRÍGUEZ PALOP Eugenia (GUE/NGL)

ROOKMAKER Dorien (NI)

ROOSE Caroline (Greens/EFA)

SANTOS Isabel (S&D)

SATOURI Mounir (Greens/EFA)

SCHIEDER Andreas (S&D)

SCHOLZ Helmut (GUE/NGL)

SIDL Guenther (S&D)

SINČIĆ Ivan Vilibor (NI)

SMERIGLIO Massimiliano (S&D)

SONNEBORN Martin (NI)

STRIK Tineke (Greens/EFA)

TOUSSAINT Marie (Greens/EFA)

URBAN CRESPO Miguel (GUE/NGL)

VANA Monika (Greens/EFA)

VILLUMSEN Nikolaj (GUE/NGL)

VOLLATH Bettina (S&D)

YENBOU Salima (Greens/EFA)

ŽDANOKA Tatjana (Greens/EFA)

ZVER Milan (PPE)