Operasyonên qirkirina siyasî: Gelek kes hatin destgîrkirin -NÛ BÛ II

Di operasyonên qirkirina siyasî de, hevşaredar, parlamenterên berê û rêveberên HDP'yî jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de, bi hinceta çalakiyên Kobanê yên navbera 5-8'ê Cotmeha 2014'an, li 7 bajaran biryara destgîrkirina 82 kesî da. Endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.

Li gorî agahiyan, navê çend ji siyasetmedarên hatine destgîrkirin wiha ne:

Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, Endamê HDP'ê yê RTUK'ê Alî Urkut, Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Nazmî Gur, endamê berê yê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Can Memîş, parlamenterê berê yê Enqereyê yê HDP'ê û endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Alp Altinors, Berfîn Kose, Gulfer Akkaya, Bîrcan Yorûlmaz, Altan Tan, Beyza Ustun, Dîlek Yagli, Emîne Ayna û Gunay Kûbîlay.

Di dema destgîrkirina Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen de şêniyên bajêr li pêşiya mala wî kom bûn û dirûşmên "Ev gel bi te serbilind e", "Ev bajar bi te serbilind e" û "Li dijî faşîzmê mil bi mil" qîriyan.

Tê payin ku Bîlgen bibin Enqereyê.

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê piştî operasyona qirkirina siyasî biryar da ku bi rojeva awarte li hev kom bibe. Endamên desteyê wê saet di 18:00 de bi serokatiya Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li navenda giştî ya partiyê bicivin.

Lêpirsîn ji aliyê Serdozgerê Komarê yên Enqereyê Yuksel Kocaman ve tê meşandin ku Kocaman beriya çend rojan çûbû Qesra Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan. Hate ragihandin ku lêpirsîn beriya salekê dest pê kiribû. Di çarçoveya lêpirsînê de destpêkê îfadeya hevserokên berê yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hate girtin. Demîrtaş ku ji dosya hatiye girtin biryara berdana wî hate dayin, heman rojê di çarçoveya 'lêpirsîna Kobanê' de îfadeya wî hate girtin û têkildarî wî ji nû ve biryara girtinê hatibû dayin.