Bi qûrnefîlan Denîz Poyraz veşartin

Cenazeyê Denîz Poyraz a di êrîşa li ser avahiya HDP’ê ya Îzmîrê de hatibû qetilkirin, li ser milê jinan piştî merasîmê bi qûrnefîlan li Goristana Bûca Kaynaklarê veşartin.

Cenazeyê Denîz Poyraz ku di êrîşa li dijî HDP'a Îzmîrê de hate qetilkirin, piştî merasîma girseyî ya li Kadîfekaleyê anîn Goristana Kaynaklar a Bûcayê. Bi hezaran kes jî tevî wesayîta cenaze çûn goristanê. Di dema çûba ber goristanê de dowîzên li ser "Em hemû Denîz in, em hemû HDP'î ne" nivîsandî hatin hilgirtin û dirûşmeyên "Hevrê Denîz namire" û "Dê Kurdistan bibe gora faşîzmê" hatin berzkirin. 

Hevberdevkên HDK'ê Cengîz Çîçek û Esengul Demîr, Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî di nav de bi hezaran kes hatin goristanê. 

Bi hezaran polîs û cendirme goristanê dorpêç kirin. 

Jinan tabûta Poyrazê ya ku flamayên mor lê hatibûn lefandin li ser milê xwe kirin û anîn goristanê. Li goristanê jinan qurnefîl danîn ser tabûta Poyrazê û strana Delîlayê ya bi navê "Sê Jinên Azad" gotin.  

Birayên Poyrazê Suleyman Poyraz ku di Girtîgeha Şakranê û birayê wê Îbrahîm Poyraz ku di Girtîgeha Odemîşê de ne, jî di dema veşartina cenaze de bi destûr hatin goristanê. Her du birayan xatir ji xwişka xwe Denîz Poyrazê xwestin û piştî kêliyekê bi dê û bavên xwe re axivîn, cardin wan birin girtîgehê. 

Her wiha birayekî Denîz Poyrazê Kamûran Poyraz jî di Girtîgeha Kepsûtê de ye, lê belê îdareya girtîgehê nehişt Kamûran Poyraz tevli merasîma cenaze bibe.

Cenazeyê Poyrazê bi berzkirina dirûşmeya "Şehîd namirin" û bi tilîliyan hat veşartin.