Bi hezaran kes dagirkirina Efrînê şermezar dikin

Ji bo şermezarkirina salvegera yekemîn a dagirkirina Efrînê, bi hezaran kes li Kobanê daketin qadan.

Li Kobanê, ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê bi hezaran kes li meydana Peykerê Jina Azad li hev civiyan.

Girseya gel ber bi meydana Şehîd Egîd ve dest bi meşê kir û li wir mîtîngekê li dar bixe.

Girseya gel dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Bijî Serok Apo", "Bimire dagirkerî, bijî azadî", Hure hure hure el şabî Sûrî hure (azad e, azad e gelên Sûriyeyê azad e)" diqîre.