Bi dehan rêxistinên Kurdan li dijî biryara DYE’yê li Brukselê kom

Bi dehan nûnerên rêxistin û partiyên Kurdan li hemberî biryara DYE’yê ya li dijî rêveberên PKK’ê Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan li Brukselê kom bûn.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) îsal duyemîn civîna xwe ya taybet li dar xist. Organîzasyonên Kurd ên ku di Adarê de ji bo Efrînê kom bûbûn vê carê jî li hemberî biryara DYE’yê kom bûn.

Li Kluba Çapemeniyê ya Brukselê nûnerên Kurdan kom bûn û gefên dagirkirinê yên dewleta Tirk û êrîşên li ser Mexmûrê nirxandin.

Ji 50 partî û rêxistinan nêzî 100 kes tevlî civînê bûn. Endamê Konseya Rêvebir a KNK’ê Zubeyîr Aydar beriya civînê daxuyanî da ANF’ê û diyar kir ku yên beşdar nebûne jî piştgiriyê didin civînê.

TENÊ PDK TEVLÊ NEBÛ

Ji her çar parçeyên Kurdistanê ji xeynî PDK’ê hema bibêje hemû partî û rêxistin tevlî civînê bûn. Rêxistin û partiyên wekî Kongra-Gel, KODAR, YNK, PYD, KOMELE, Partî Sosyalîstî Demokratî Kurdistan, El Partî Demokratî Kurd, Partiya Komunîstên Kurdistan, Partiya Çep a Kurd a li Suriye, Hizbî Komunîstî Karkerî Kurdistan, HDK-Ewrûpa, KCDK-E, TJK-E, PKAN, FEDA, TEV-ÇAND, KOMAW jî tevlî civînê bûn.

Zubeyîr Aydar di axaftina destpêkê de got ku, biryara DYE’yê ya di 6’ê Mijdarê de biryareke neheq e. Aydar diyar kir ku piştî gefên Erdogan ên li dijî Rojava, êrîşî Mexmûr û Şengalê hatiye kirin û got ku, “Divê destkeftiyên Rojava werin parastin.”

Piştre Hevserokê KNK’ê Rêbwar Reşîd axivî. Reşîd diyar kir ku ji nav sê pêşengên PKK’ê yên ku DYE’yê li dijî wan biryar daye, ji wan 2 kes endamên KNK’ê ne. Reşîd  êrîşên li ser Mexmûr û Şengalê şermezar kir û diyar kir ku rejîma Tirkiyeyê di warê leşkerî û siyasî de di rewşeke xerab de ye.

KARTAL: DIVÊ KURD VÊ BAZARA QIRÊJ BI DAWÎ BIKIN

Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal jî diyar kir ku divê peyameke hevpar ji DYE’yê re were şandin. Kartal got ku, “Em bêdengiya NY a li hemberî êrîşên li ser Mexmûrê şermezar dikin. Li pêş çavên cîhanê êrîşî Kurdistanê tê kirin. Ev bêdengî rewşeke giran e. Ev êrîş bi tifaqekê hatiye kirin. Ev ne bazareke nû ye, 100 sal in li ser Kurdan ev bazarî tê kirin. Divê êdî Kurd vê bazara qirêj bi dawî bikin û divê Kurd dengê xwe bikin yek.”

NÛNERÊ YNKÊ: DIVÊ HELWESTEKE SIYASÎ WERE NÎŞANDAN

Li ser navê YNK’ê Şex Şemal jî diyar kir ku êrîşa li dijî Mexmûrê nayê qebûlkirin û got ku, “Ev êrîş tê wateya êrîşên li ser hemû Kurdan.” Şêx Şemal nerazîbûn nîşanî rola hikumeta herêma Kurdistanê jî da û got divê helwesteke siyasî were nîşandan.

Li ser navê Hizbî Demokratî Kurdistanî Xalid Hesenpûr jî diyar kir ku biryara DYE ya li ser rêveberên PKK’ê, biryareke li dijî gelê Kurd e.

Li ser navê PYD’ê jî Şêrwan Hesen diyar kir ku ew biryara DYE ya li dijî pêşengên PKK’ê şermazar dikin. Hesen  li hemberî êrîşên Tirkiyeyê nerazîbûn nîşanî bêdengiya koalîsyona navneteweyî da û got ku, “Divê koalîsyona navneteweyî biryara xwe ji ber çavan derbas bike. Tirkiye ya ku çekên NATO’yê bi kar tîne êrîşî gelên me û penaber û koçberan dike.”