Bi dehan malbat ji Wargeha Bêrsivê vegeriyan Şengalê

Wezareta Koçberiyê û Koçberan a Iraqê da zanîn ku 231 koçber ji Wargeha Bêrsivê 1 a li Zaxoyê vegeriyane Şengalê.

Wezîra Koçberiyê û Koçberan a Iraqê Îvan Fayeq ragihand ku 39 malbatên koçber ji Wargeha Bêrsivê 1 a li Zaxoyê vegeriyane Şengalê. 

Wezîra Koçberiyê û Koçberan a Iraqê Îvan Fayeq diyar kir ku piştî tidarekên veguhastinê û ewlehiyê bi hevkariya navenda krîzê ya li Herêma Kurdistanê û Rêxistina Navneteweyî ya Koçberan malbatan kariye vegerin.

Her wiha hat zanîn ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) nahêle koçber ji wargehên li Hewlêr û Dihokê vegerin cih û warê xwe. Koçber ji ber van astengiyên PDK’ê bi fikar in.