Bi deh hezaran kesî li Parîsê gotin 'Stop Macron'

Bi wesîleya salvegera yekemîn a Serokkomariya Emanuel Macron li gelemperiya Fransayê çalakiyên bi navê "Stop Macron" hatin lidarxistin. Bi hezaran kes tevlî çalakiyan bûn.

Xwendekar, karker, personelên tenduristiyê, mirovên bê kaxiz, bêkar, nûnerên rêxistinên girseyî û partiyên siyasî tevlî çalakiyan bûn û bi rêya pankartan daxwazên xwe nîşan dan.

Girseya gel a li meydana Operayê li hev civiya û ber bi meydana Bastille ve meşiya. Polîsan rawestgehên metro yên li ser rêgeha meşê girtin û car carna kontrol kirin. Di dema lêgerînê de 8 kes hatin destgîrkirin û meş di nava dorpêçiya polîsan de hate kirin.

Di çalakiyan de dowîzên bi nivîsa "Macron bicehime", "Macron ji xizanan digire û dide dewlemendan", "Na ji paketa hilweşîner a civakî re", "Ji bo komara şeşan", "Planeke ekolojîk", "Berxwedan", "Macron îstifa" hatin hildan.

Di serî de zanîngehên Tolbiac û Sorbonne, xwendekarên li gelek zanîngehan tevlî çalakiyê bûn. Mirovên bê kaxiz ji bo mafê mayinê tevlî çalakiyê bûn. Berxwedêrên ZAD'ê jî pankartên destekê hildan.

Wekî din, xebatkarên CGT, SUD, Solidaires, Attac, xwendekar, xebatkarên rêyên hesinî, karkerên postayê, personelên tenduristiyê, Sekreterê Partiya Komunîst Pierre Laurend, ji NPA (Partiya antî kapîtalîst) Philippe Poutou û Olivier Besancenot tevlî çalakiyê bûn.

Lîderê Partiya Çep Jean-Luc Mélenchon di dema çalakiyê de axivî û got, "26'ê Gulanê mîna lehiya ji mirovan a ku dîrokê diguherîne dakevin qadan."

Li meydana Bastilleyê di navbera polîsan û çalakgeran de alozî derket. Duh jî li bajarên Toulouse, Bordeaux, Lyon, Strasbourg û Rennes çalakî hatin kirin