Bi çekan êrîşî Wezîrê Karê Hundir ê Pakistanê hate kirin

Wezîrê Karê Hundir ê Pakistanê Ahsan Îkbal piştî ku beşdarî mîtîngê bû, li dijî wî êrîşeke çekdarî hate kirin.

Li gorî nûçeyên di medyaya Pakistanê de Wezîrê Karê Hundir Ahsan Îkbal piştî ku tevlî mîtînga li bajarê Kanjrûr ê Narovalê bû, li dijî wî êrîşeke çekdarî hate kirin.

Îkbal dema ku piştî mîtîngê ber bi wesayîta xwe ve diçû, gule lê hate reşandin û Îkbal ji milê xwe birîndar bû. Hate diyarkirin ku rewşa Akbal baş e û li ser jiyana wî xetere tune.

Hate ragihandin ku êrîş ji aliyê kesekî 20 salî hatiye kirin û lêpirsîn didome.