Berxwedêrên li zindanan 50 roj in li dijî tecrîdê li ber xwe didin

Berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî, ku li dijî tecrîda li Îmraliyê dikin, di roja 50'î de ye. Di dema berxwedanê de êrişên li ser girtiyan zêde bûn. Çalakiyên ji bo xwedîderketinê jî belav bûn.

Girtiyên siyasî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 50 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Girtiyan di 27'ê Mijdara 2020'î salvegera damezrandina PKK'ê de li dijî tecrîda li Îmraliyê careke din dest bi berxwedanê kirin. Bi hezaran girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê, heta ku tecrîda li ser Ocalan û binpêkirina mafên mirovan bi dawî bibin 5 rojan carekê bi dorvegerî û bêdem di greva birçîbûnê de ne. Ev greva birçîbûnê 10'emîn çalakiya herî berfireh a li girtîgehan e.

Desthilatdariya AKP-MHP'ê ji ber ku rola girtîgehan a di destketiyên demokratîk de zane, hîn beriya destpêkirina çalakiyê dest bi êrişê kir. Beriy çalakiya greva birçîbûnê li bajarên Amed, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Wan, Enqere, Îzmîr, Meletî û Êlihê polîsên Tirk operasyon li dar xistin; Hevserokê MATUHAYDER'ê Husnu Taş jî di nav de hin rêveberên komeleyê û zêdeyî 60 kes destgîr kirin.

Girtiyan çalakiya xwe di 27'ê Mijdarê de bi rêya malbatên xwe ragihandin. Destpêkê Li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Tarsûsê ya Mersînê Nûrcan Aslan, Hatîce Kaymak û Fatma Bese, li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Îzmîrê Sertaç Kiliçarslan, Ozan Alkpaya û Abdullah Gunay, li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Hejmar 1 a Kandira ya Kocaeliyê parlamentera berê ya HDP'ê Çalgar Demîrel û li heman girtîgehê Seher Orçû ragihandin ku dest bi greva birçîbûnê kirine.

Ji çalakgerên destpêkê Nûrcan Aslan roja ku çalakî ragihand ev daxuyanî da: "Azadiya Lîderê PKK'ê Ocalan azadiya gelê Kurd e. Dem dema azadiyê ye. Em dibêjin 'êdî bes e'. Em ê li ber xwe bidin. Di vê oxirê de me mirin dane ber çavên xwe. Heta encamê werbigirin em ê dewam bikin. Bû 20 sal, tecrîd dewam dike. Divê gelê me bêje 'êdî bes e'. Moralê me di cih de ye, em bi coş in. Berxwedan jiyan e."

Bi beşdariya gelek girtiyên ji girtîgehên cuda, di 2'ê Kanûnê de koma duyemîn dewr girt.

DESTPÊKÊ JIN Û CIWAN XWEDÎ LÊ DERKETIN

Di vê demê de jin û ciwan xwedî li berxwedana zindanan derketin. Daxuyanî û çalakiyên destpêkê yên xwedîderketinê, ji ciwanan hat. Tevgera Jinên Azad (TJA) daxuyanî da û got, "Em çalakiyên greva birçîbûnê yê bi pêşengiya jinan dest pê kirine silav dikin û bang li jin, ciwanan, sazî, rêxistin û raya giştî dikin ku piştevaniya girtiyên azad bikin." Meclîsa Ciwanan a Peyasê ya HDP'ê, bi meşeke bi meşaleyan xwedî lê derket.

Piştre malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê xwedî li berxwedana zindanan derketin. Dayik bi dirûşma "Azadî ji Ocalan re" meşiyan û hişyarî dan desthilatdariyê, "Daxwaza zarokên me daxwaza me ye."

Dûre partiyan, saziyan û derdorên demokratîk bi çalakî û daxuyaniyan xwedî li berxwedana li zindanan derketin.

ÊŞKENCE ZÊDE BÛ, BIRYARDARIYÊ DEWAM KIR

Berxwedanê hefteyek li pey xwe hişt. Êrişên li ser girtiyên di greva birçîbûnê de zêde bûn. Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê Hatîce Arat diyar kir ku piştî destpêkirina greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê, zext zêde bûn û bang li raya giştî kir.

Heman rojê li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê jî Davût Barîn diyar kir ku avêtine ser koxûşan, xwê û lîmon jî di nav de malzemeyên jiyanî hatine desteserkirin.

Li gel êrişan, girtiyan jî peyama biryardariyê dan. Li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 2 a Bunyanê ya Kayseriyê Mehmet Kûrt destnîşan kir ku heta tecrîd bi dawî bibe wê çalakiya xwe dewam bikin.

Hîn mehek greva birçîbûnê temam nebûbû, li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Alanyayê, li jinên ketin greva birçîbûnê cezayê dîsîplînê hate birîn.

Li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê Ûmût Savaş Koçyîgît diyar kir ku dema ji bo axaftina bi telefonê ew birin jî ew tazî kirin û bi vî rengî lêgerîn kirin.

Li gorî agahiyan, heta dawiya meha Kanûnê nêzî 2 hezar û 500 girtî tevlî greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê bû.

LI MEXMÛR Û YEWNANISTANÊ JÎ GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ

Ne tenê girtî her wiha gel û sazî jî li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketin greva birçîbûnê.

Li Kampa Mexmûrê bi pêşengiya jinan di 18'ê Kanûnê de greva birçîbûnê dest pê kir. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan pêk tê di roja 29'an de ye.

Li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan û xwedîderketina li berxwedana li zindanan greva birçîbûnê dest pê kir û di roja 12'an de ye.