BERXWEDANA SERDEMÊ YA LI EFRÎNÊ DI ROJA 35'AN DE YE

Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê di roja 35'an de ne. Hêzên dagirker duh bombe li konvoya sivîlan a li Efrînê barandin. Li gundên li ser sînor şerekî dijwar diqewime. Hûn dikarin rewşa dawî ya li Efrînê ji bloga me ya zindî bişopînin.

00:09

Artêşa Tirk a dagirker, bi balafirên kobra bombe li ser gundê Kefersefrê ya girêdayî navçeya Cindirês a Efrînê barand.

22:04

MSD’ê bi daxuyaniyekê êrîşên hovane yên artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser karwanê gelan ê ji bo piştgirîkirina Berxwedana Serdemê berê xwe dabûn Efrînê şermezar kir û banga rawestandina êrîşên hov ên dewleta Tirk kir.

19:56

QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya 24 saetên dawî yên li Efrînê ragihand û destnîşan kir ku di rojekê de 36 leşkerên Tirk û çete hatine kuştin, 16 leşker û çete jî birîndar bûne.

 

19:39

Li navçeyên Cindirês û Raco yên Efrînê di navbera şervanên QSD’ê û artêşa Tirk û çeteyê wê de şerê dijwar rû didin. Artêşa Tirk li ser gundên Şerayê êrîşa hewayî kir, top li gundê Mabatayê jî tê barandin.

18:38

Di encama bombe barana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya duh şev li ser navenda Cindirêsê de welatiyên ji pêkhateya Ereb ê bi navê Ebdullerezaq Îbramîm (45) şehîd bû.

18:35

KCDK-E ya ku ji bo çalakiyên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtînger a li ser Efrînê ku wê sibe li seranserî cîhanê li gelek deveran bê lidarxistin bang kir got: “Bi ruhê seferberiyê her qadê vegerînînin berxwedana Efrînê.”

17:39

QSD’ê nasnameya 4 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê nivîskî nasnameya 4 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir.

 

16:20

Di encama bombe barana artêşa Tirk a dagirker ya li ser gundê Kotan a navçeya Bilbilê de ciwanên bi navê Elî Hesen û Reşîd bi giranî birîndar bûne.

13:17

 

13:12

YPG'ê li girê çete lê civiyabûn xist; va ye dîmen

Şervanên YPG/YPJ'ê li girekî Şiyê ku leşkerên Tirk ên dagirker û çeteyên wan lê civiyabûn xist. Dîmenê vê çalakiyê ji aliyê Navenda Ragihandinê ya YPG'ê ve hate weşandin.

 

12:40

Va ye dîmenê konvoya sivîl a bû hedefa bombeyên dewleta Tirk

ANF'ê dîmenên konvoya sivîl a ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate bombekirin bi dest xist û dezenformasyona "li wesayitên leşkerî hate xistin" eşkere kir. Di dîmen de tê dîtin ku ji ber bombe û parçeyên şarapnelê wesayitên sivîlan parçe bûne.

 

12:29

Di navbera leşker-çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hêzênYPG-YPJ-QSD'ê de li derdora gundê Mûskî yê navçeya Racoyê şerekî dijwar diqewime.

Şer vê gavê jî didome.

11:33

YPG'ê dîmenê wesayita li Şerayê hate rûxandin weşand

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê dîmenê wesayita ku duh li navçeya Şera ya Efrînê hate rûxandin weşand.

Hêzên YPG û YPJ'ê duh li gundê Elaqine yê navçeya Şera ya Efrînê wesayiteke artêşa Tirk a dagirker rûxandibûn.

Nehat tespîtkirin bê di hundirê wesayitê û li derdora wê çend leşker û çete hebûn.

Dîmenê çalakiyê:

 

11:32

 

11:32

 

11:31