BERXWEDANA SERDEMÊ YA LI EFRÎNÊ DI ROJA 25'AN DE YE

Berxwedana Serdemê ya li Efrînê di roja 25'an de ye. Hêzên Tirk ên dagirker û dikin nakin nikarin bi şervanên YPG/YPJ'ê, êrîşî gundan û sivîlan dikin. Hûn dikarin rewşa dawî ji bloga me ya zindî bişopînin.

22:27

Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser Efrînê de, îşev du sivîl birîndar bûne.

21:40

Navenda Çapemeniyê YPG'ê dîmenên kêliya teqandina panzera artêşa Tirk a dagirker ya li Bilbilê parve kir.

Kêliyên panzer tê teqandin.

 

21:11

Oldarên hemû pêkhateyên li Sûriye, têkildarî êrîşên dewleta Tirk û çeteyê wê ya li ser Efrînê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de êrîş hatin şermezarkirin û li ji bo rawestandina êrîşan bang li hêzên navneteweyî kirin.

20:04

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî giran taxên  taxên Eşrefiye û Tirinde yên navenda Efrînê topbaran dike.

20:02

Rojnamevan Bakî Gul û Dilgeş Amed li navçeyên Efrînê Bilbilê,Raco û gundên wan geriyan. Li van cihên ku şer lê girane, herwiha êrîşên dewleta Tirk a dagirker qeyd kirin...

 

18:36

Komîteya Saziyên Baweriyê yê Mezepotamyayê daxuyaniyek da çapemeniyê û êrîşên li ser Efrînê şermezar kir û bang li hemû bêşên baweriya kir: “Hewceye hemû beşên baweriya li hember van êrîşan derbikevin, Ji bo vê divê di çalakiyan de cihên xwe bigirin."

18:01

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundê Diraqliya yê Şera bombebaran dike.

17:52

QSD: Cenazeyê 38 leşker û çeteyan li erdê mane

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekî nivîskî encamên êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî Efrînê eşkere kir.

 

17:26

Artêşa Tirk û çeteyên wê panzera xwe li pişt xwe hiştin û reviyan

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li navbera gundên Saricek û Diraqliya ya navçeya Şera yê de ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate têkbirin.

17:26

Gelê Efrîn û Tebqayê li kolanan in: Heta dawî berxwedan


Li Efrîn û Tebqayê jin û ciwan, daketin kolanan û Berxwedana Serdemê silav kirin.

16:46

Nasnameya 4 şervanên QSD’ê hate eşkerekirin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 4 şervanên xwe yên ku di ‘Berxwedana Serdemê’ de şehîd bûbûn, eşkere kir.

 

14:58

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li gundên Dirakliya û Zeytunekê yên navçeya Meydankê barandin.

Li gundê Şêxurzê yê navçeya Bilbilê û gundê Sarincekê yê navçeya Şerayê di navbera şervanên QSD'ê û leşker/çeteyên Tirk ên dagirker de şerekî dijwar diqewime.

14:02

 

13:33

Artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê 2 jin kuştin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Efrînê dewam dikin. Ji ber bomberdûmana hêzên dagirker, danê vê sibehê li gundê Hêkiçê yê navçeya Cindirêsê 2 jin şehîd bûn.

Jinên bi navê Cûriye Ebd El-Hemûd û Fehmiye Hemadê ji ber vê êrîşa dewleta Tirk a dagirker şehîd bûn.

13:23

Artêşa Tirk a dagirker top avêt Nexweşxaneya Avrînê -NÛ BÛ

Artêşa Tirk a dagirker bombe li Nexweşxaneya Avrînê û Parka Zarokan a li navenda Efrînê barand. Ji ber bomberdûmanê sivîlek şehîd bû, 2 jî birîndar bûn

 

12:48

 

12:33

Artêşa Tirk a dagirker top avêt Nexweşxaneya Avrînê

Artêşa Tirk a dagirker bombe li Nexweşxaneya Avrîn a li navenda Efrînê barand.
 

 

12:13

Tê gotin, ji ber bomberdûmana hêzên Tirk ên dagirker li navenda Efrînê hin welatî birîndar bûne.

 

11:50

Li du navçeyên Efrînê şer giran e

Çavkaniyên herêmî gotin, li derdora gundê Şêxurzê yê Bilbilê û gundê Sarincekê yê Şerayê di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şerekî dijwar diqewime. 

Şerê li vê herêmê hê jî dewam dike.

Wekî din, hêzên Tirk ên dagirker topan diavêjin navenda bajarê Efrînê.

11:43

Meşa dirêj a ji Lozanê ber bi Cenevreyê ku bi dirûşma "Bila Neteweyên Yekbûyî pêşî li komkujiya li Efrînê bigire" û "Azadî ji Ocalan" re tê lidarxistin û tevî 200 enternasyonalîstên ji dehan welatan zêdeyî 1000 kes tevlî bûne, di roja duyemîn de ye.

11:40

 

11:06

Artêşa Tirk a dagirker nîvê şevê ji sê aliyan ve top avêt gundên navçeya Şiyê ya Efrînê.

11:05