Berxwedana gerîla ya li Botanê

Gerîlayên HPG û YJA Starê li qada Botanê li hember dagirkeriya dewleta Tirk berxwedaneke bêhempa dikin.  Gerîlayên Kurdistanê dibêjin; “Emê li hember faşîzm û polîtîkayên qirker ên dewleta Tirk heta serketinê li ber xwe bidin û dagirkeriyê têk bibin."

Ev salekî nîve li Botanê di navbera gerîla û dewleta dagirker de şerekî giran tê kirin. Di nava salek û nîv de li Herekol, Gabar, Kela Memê, Bestayê ango gelemperî li Botanê şerekî dijwar hat meşandin. Berxwedanekî bêhempa ji aliyê gerîlayên Kurdistanê ve tê raberkirin. Bi navê ‘Operasyona Kiran’ ango qaşo ji bona şikandina hêza gerîlayên Kurdistanê operasyonên berfireh ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye destpêkirin. Bi şerê taybet û derûnî bi operasyonên bîrbiriyê ve hewl didin rûyê rast a şer berovajî bikin. Bi balafirên keşfê û teknîkên pêşketî ve çiyayên Kurdistanê bombardiman dikin, xwezaya Kurdistanê qir dikin.

Dema ku çapemeniya Tirk tê temaşe kirin wekî ku hêza gerîla tine bûye tê nîşandan lê rastî ne bi vî awayî ye. Gelek gerîlayên ku bi salane li Bakurê Kurdistanê têdikoşin dibêjin; “Me li Botanê heta niha kumê leşkeran jî nedîtiye. Ji ber ku leşkerên Tirk serê xwe ji qalekolên xwe dernaxin. Girên ku tên û xwe bicih dikin de leşkerên Tirk tirs û xofekî mezin jiyan dikin. Lewra li çiyayên Kurdistanê ruhê şer kirinê qet di wan de tine ye.” Gerîlayên Kurdistanê vê yekê diyar dikin û gotin: “Leşkerên Tirk ji kozikên xwe dernakevin. Lewra li hember hêzên gerîla têk çûne, lê hewl didin bi rêya derew û xapandinê gelê Tirk û Kurd jî bixapînin.”

GERÎLAYÊN HPG-YJA STARÊ ŞERÊ DİIMEŞÎNIN

Di nava vî şerê dijwar de gerîlayên HPG û YJA Starê çalakiyên serkeftî lidar dixin û berxwedaneke dîrokî dikin. Li Cudî, Gabar, Besta, Herekol û gelemperiya Botanê çalakiyên bi bandor hatin çêkirin. Li dijî hêzên dagirker berxwedaneke dîrokî heye. Gerîlayên azadiyê dibêjin; “Em di şert û mercên herî zehmet de jî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk şerê azadiyê bimeşînin. Ti carî em ê li dijî dagirkeriyê ranewestin.” Li çiyayên Kurdistanê rastiya şerê ku tê kirin cuda ye. Lewra li çiyayên Kurdistanê, dewleta Tirk tenê bi teknîkê xwe şer dike. Hêzên gerîla jî li dijî vê teknîkê şer dikin. Lê axaftinekî fîlozofan heye dibêjin; ‘Yê ku vê teknîkê çêdikin însan bi xwe ne yê ku vê teknîkê jî vala derbixe dîsa însan bi xwe ne.’ Yê ku teknîka dewleta Tirk jî vala derdixe mejiyê gerîlayên Kurdistanê ye. Gelek caran di çapemeniyên xwe de radigihînin; ‘Me bi dehan gerîla tine kiriye’ lê ev berovajî kirina rastî ye, lewra serkeftina gerîlayan li ber çavê hemû cîhanê ye. Bêguman di şer de windahî çêdibin, lê bi dewleta Tirk û çapemeniyên wan ya ku şerê taybet dîmeşînin operasyonên bîrbirî ve rastiyên şer berovajî nîşan didin.

GERÎLA ‘MIRIN’ DI NAVA XWE DE KUŞTINE

Gerîlayên Kurdistanê mirinê kuştine ango wateya mirinê jî guhertine. Windahî çêbibin jî gerîlayên azadiyê şahadetên xwe jî bi awayekî herî watedar dijîn. Gerîlayên HPG û YJA Starê dibêjin; ‘Her şahadetek ji bo me dibe kîn û biryara tolhildanê. Ruhê tolhildanê ava dike. Bîr û baweriyê me ya azadiyê ruhê têkoşînê û berxwedanê ava dike û asta berxwedanê xurt dike.’ Ji xwe bilind kirina berxwedanê jî ji ber vê ruhê ye. Gerîla mirin di nava xwe de kuştine, ji ber ku ew dizanin heke îro şehîd bibin jî şahadetê wan ji bo azadiya gelê wan, Serok û welatê wan e. Ji ber vê yekê wateyeke wiha didin mirinê ango mirin ji bo wan jiyan e. Di van demên dawî de dibêjin tevlîbûna gerîla tine ye lê di rastiyê de roj bi roj tevlîbûna gerîla zêdetir dibe. Her şahedetekî de bi dehan ciwanên Kurdistanê beşdarî refên gerîla dibin. Çekên hevdu radikin. Bi taybetî li Botanê çeka şehîdan li erdê nehîştin wek çandekî ye. Herî dawî gerîla Jiyan ji bo ku çeka meta xwe rabike berê xwe dabû çiyayên Kurdistanê. Heman demê de ji Gabarê gelek civan tevlî dibin.

GERÎLAYÊN AZADIYÊ SONDA TOLHILDANÊ DIDIN

Heya ku bîr û baweriya azadiyê di gelê Kurd û ciwanên Kurd de hebe çiyayên Kurdistanê ti carî vala namîne. Ji ber ku ew soza azadiyê dane. Dewleta Tirk şerekî bê exlaq didin meşandin. Çawa ku di salên 90’î de ji bo vala kirina qada Botanê êrîşên gelek dijwar pêşxistin di vê demê de jî ji bo şikandina hêza gelê Kurd û gerîlayên azadiyê, bi şerê taybet û derûnî êrîş dikin, hewl didin ku hêza gerîla bişkînin. Lê hêzên gerîla li hember van polîtîkayên dewleta Tirk bi îradeyek mezin berxwe didin û ew bi xwe dibêjin; ‘Em ji bo azadiya gel û welatê xwe hatine serê çiya, her tişt dane berçav heta ku em azadî bi dest nexin em zû bi zû di van çiyayan de bi bin nakevin. Ji ber vê yekê li hember hemû zor û zehmetiyan berxwe didin. Ji xwe gerîla hemû zehmetiyên wiha didin berçav û berê xwe didin çiyayên Kurdistanê.’ Gerîla, çiya wek perestgehên xwe dibînin. Gerîlayên Gabarê got:‘Heta ku pelên dara ango di çiyayên Kurdistanê de dar hebin em ti carî birçî namînin.’ Demên derbasbûyî dewleta dagirker operasyonekî li Gabarê dabûn destpê kirin. Di vê operasyonê de gerîlayên Gabarê giya kom kirin, kelandin, xistin çenteyên xwe û berê xwe dan eniyên şer û leşkerên Tirk di çalakiyên gerîlayan de gelek windahî dan. Yekîneyên leşkerên Tirk derbeyek mezin xwarin. Ev mînak bîr bawerî û cesareta gerîla dide nîşandan. Bîr û baweriya wan a serkeftinê û hêviyê dide nîşandan. Ev ruh dide nîşandan ku wê gerîlayên azadiya Kurdistanê serbikevin. Dewleta Tirk polîtîkayên dijmirovî û bêexlaq li Kurdistanê dimeşînin. Gerîlayên HPG û YJA Starê li hember êrîşên qirkirinê jî got; ‘Wê li hember bîr û baweriya gerîla faşîzma dewleta Tirk bin bikeve lewra gerîlayên Kurdistanê bi îradeyek ji pola têdikoşin.’ Bêguman ev ji bo tevahiya mirovatiyê jî dersekî girîng e. Gerîla dibêjin; ‘Heta ku em xakên xwe ji dagirkeriyê paqij nekin emê ti carî nesekinin, şer û têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ê şer û têkoşîna xwe hîn bi xurtî, bawerî û serkeftî bimeşînin. Heta ku em tola xwe ranekin, azadî neynin welatê xwe emê bê rawestandin berxwe bidin.’ Ango gerîlayên Kurdistanê soza tolhildanê didin. Ji bona şehîdên xwe, dayîkên Kurdistanê yên berxwedêr, ji bo welat û Serokê xwe soza zaferê didin.