'Berxwedana gerîla ji bo gelê me bû îrade'

Mûrat Karayilan bi bîr xist ku di dîroka Kurdistanê ti carî 8 mehan li heman çeperê berxwedan nehatiye kirin û got, "Ev yek asteke nû ye ku li Kurdistanê şênber bûye. Li dijî dewleta Tirk a qirker, asta îradebûna gelê me nîşan dide."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bi wesîleya salvegera damezrandina PKK'ê ji rojnameya Serxwebûnê re gotarek nivîsî.

Karayilan di destpêkê de bi bîr xist ku mêtingeriya dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê ne sîstemeke ji rêzê ya mêtingeriyê ye û got, "Mêtingeriya li ser Kurdistanê hate ferzkirin bi esasê xwe sîstemeke jenosîdê ye, qirkirinê ye. Bi vê sîstemê re tê xwestin ku civaka Kurd bi temamî ji holê bê rakirin, bi her tiştên xwe bê tunekirin û ji bo vê jî feraseteke tundiyê ya bêrehm li ser kar e."

XWEPARASTIN PÎVANA CIVAKA AZAD E KU NEBE NABE

Mûrat Karayilan işaret bi berxwedana heyî ya li Kurdistanê kir û wiha dewam kir: "Şerê Gel ê Şoreşgerî yê ku em li Kurdistanê dimeşînin, şerekî rewa ye; nebe nabe. Ji ber ku êrîş li ser her tiştên me ye. Bi konsepta tunekirinê, bi polîtîkayên qirkirinê tunebûn li vê civakê tê ferzkirin. Civak ji bo pêşî li vê bigire, ji bo hebe, ji mafê xwe yê jiyanê biparêze, li ber xwe dide. Ev berxwedan jî pîroz e. Mafê jiyanê mafekî pîroz e, mafekî rewa ye. Berxwedana ku li Kurdistanê tê kirin di vê çarçoveyê de berxwedaneke pîroz û rewa ye. Şerê Gel ê Şoreşgerî têkoşîneke bi vî rengî ya mayin û hebûnê ye. Biryardariya li ser îradebûn û xweparastinê ye. Cewher û esasê Şerê Gel ê Şoreşgerî yê niha li Kurdistanê tê kirin ev e.

Bi kurtasî pîvana esasî ya paradîgmaya me ya civaka demokratîk ekolojîk a xwe dispêre azadiya jinê, pîvana xweparastinê ye. Ji ber ku zindiyên xwe bi hêza xwe nikaribe biparêze, ti carî nikare hebûna xwe dewam bike."

ÇAR HÎMÊN BINGEHÎN ÊN ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku pratîk û encamên ji berxwedana li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin bidestxistin, ji bo parastina welat, ji bo her hêzê tecrûbe û danheviyeke girîng e û wiha dewam kir: "Gerîla, gel û hêzên xweparastinê eger 3 hîmên bingehîn ên Şerê Gel ê Şoreşgerî bin, hîmê çaremîn jî 'şerê binê erdê' ye. Di vê serdemê de di Şerê Gel ê Şoreşgerî de rêbaza şerê li binê erdê faktoreke bingehîn e.

Pratîka ku niha li Kurdistanê tê kirin stratejiyeke welê ye ku li gel asta pêşketî ya şerê binê erdê, şerê gerîlayên tîmên profesyonel e. Ev yek stratejiyeke girîng e. Li dijî gefa êrîşê ya dewleta Tirk a qirker-mêtinger a li ser Rojava, eger Rojava vê çarçoveya taktîkê ji xwe re bike esas; mînak eger nêzîkatiyeke rast li şerê gel bê nîşandan; rêxistiniya xweparastinê, şer li gorî pisporiya hêza şerker bê birêxistinkirin û xwe bispêre şerê binê erdê, kîjan artêş êrîşî wê derê bike jî wê bixitime. Pratîka ku 2 sal in li Zap, Avaşîn û Metînayê hate kirin, mînaka şênber a vê yekê ye. Lewma berxwedana li Zap, Avaşîn û Metînayê pir pir hêja ye. Hem ji aliyê îradekirina gelê Kurdistanê, hem jî ji aliyê tevkariya taktîkî ya navneteweyî ve nirxekî hêja ye."

Mûrat Karayilan di dewama gotarê de bi bîr xist ku di herikîna dîrokê de hem di dema Osmanî de hem jî di dema Komara Tirkiyeyê de, di nava ti ji berxwedanên Kurdan de ti carî 8 mehan li heman çeperê bênavber berxwedan nehatiye kirin û got, "Rast e Berxwedana Agiriyê 4 salan dewam kir, lê belê ew şer navber bi navber, her carê jî çend rojan dewam kir. Ji xwe piştî Komkujiya Zîlanê bi êrîşeke berfireh re berxwedêr neçar man xwe vekişînin. Yên mayî jî xwe vekişandin Rojhilatê Kurdistanê. Bi kurtasî mîna îro berxwedaneke bênavber a 8 mehan li heman çeperê tune bû. Ev yek asteke nû ya berxwedanê ye ku li Kurdistanê pêk tê. Li dijî dewleta Tirk a mêtinger, asta îradebûna gelê me radixe pêş çavan."

HÎMÊ GEL Û XWEPARASTINÊ NE DI ASTA TÊRKER DE YE

Mûrat Karayilan diyar kir ku gelek dînamîkên cuda yên têkoşînê hene, xeleka herî girîng a vê yekê jî berxwedana Gerîlayên Kurdistanê ye ku îro bi Perspektîfa Şerê Gel ê Şoreşgerî nîşan dide.

Karayilan got, "Baş e gelo Şerê Gel ê Şoreşgerî bi têrkerî tê meşandin? Bêguman, na. Me qala çar hîmên Şerê Gel ê Şoreşgerî kir. Di rewşa heyî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li Kurdistanê li ser du hîman tê meşandin. Yanî gerîla heye û heta astekê îradebûn heye. Formasyona taktîkî ya gerîla heta astekê berxwedanekê nîşan dide. Her wiha feraseta şerê gel ê xwe dispêre sîstema binê erdê heye. Lê belê lingê wê yê gel û xweparastinê hîn negihîştiye asta ku tê xwestin."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Karayilan anî ziman ku gelê Kurd xwedî sekneke bi biryar e û got, "Dema dawî li Ewropayê, li Rojava, Şengal, Mexmûr, Silopiya, Stenbolê gelê me seknek nîşan da. Lê belê ev yek ne asteke ku li sekna şerê gel bê. Di vê mijarê de bêguman kêmasiyên me hene. Di vir de em rexneyê li gel nakin, beriya her tiştî divê em xwe rexne bikin, em kêmasiyên xwe bibînin. Eger îro pirsgirêka rêxistiniyê li qada civakî hebe, ev yek pirsgirêka tevgera me, sazî û kadroyan e. Di vê mijarê de kêmasî hene. Kêmasiyên cidî ku divê bêne çareserkirin hene. Kêmasiyên hem di mijara birêxistinkirina xweparastinê hem jî di birêxistinkirina tevgera serhildanê de divê bêne çareserkirin."

'AZADIYA KURDISTANÊ Û RÊBER APO BI ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ MISOGER DIBE'

Mûrat Karayilan got, "Eger em Şerê Gel ê Şoreşgerî bigihînin asta têrker û di asta tê xwestin de bimeşînin, ji xwe em ê encamê bi dest bixin. Şoreş wê wê demê pêk were. Azadiya Kurdistanê, azadiya Rêber Apo, veguherîn û demokratîkbûna Tirkiyeyê wê hingî misoger bibin."