BERXWEDANA DÎROKÎ DI ROJA 6'AN DE YE

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, berxwedana dîrokî ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 6'an de ye.

00:45

Wezareta Parastinê ya DYE'yê diyar kir ku êrîşên dagirkeriyê ya Tirk 'nayê qebûlkirin' ragihand ku wê li dijî Enqerê ya di encama êrîşan de ji revîna DAÎŞ'iyan berpiryar e,  ji bo di asta NATO'yê de guşar bên kirin, wê zextê bikin.

00:23

https://anfkurdi.com/rojava-sUriye/li-qamislo-5-sehiden-berxwedana-rumete-hatin-vesartin-119464

00:21

https://anfkurdi.com/ewropa/hersa-kurdan-a-li-diji-dewleta-tirk-nasekine-119463

23:56

Dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî gundê Qeremox a dikeve rojhilatê Kobanê bi top û obusan bombe dike.

22:39

Dema artêşa Tirk a dagirkerû çeteyen wê hewl didan li Serêkaniyê çalakiyekê li dar bixin, şervanên QSD’ê li wan da. Di çalakiyê de panzêrek hate îmhakirin.

22:24

Di encama lihevkirina navbera rejîma Sûriye û Rêveberiya Xweser de beşek ji leşkerên Sûriye ku ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve ketin rê, bi konvoyeke leşkerî gihiştin Tebqayê.

Leşkerên Firqa 4’emîn a artêşa Sûriyeyê gihişte Tebqayê. Konvoy ji 75 wesayît, 12 tank û 6 BNB’an pêk tê.

 

22:14

Li gundê Eyn El Arus ê Girê Spî li dijî wesayîta çeteyên dewleta Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê hate lidarxistin, 4 çete hatin kuştin.

21:42

Li gundê Menecirê yê Serêkaniyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hate şikandin.

21:27

 

20:33

TIR’a malzemeyên leşkerî hate îmhakirin.

Înîsîyatîfa Zarokên Rojê diyar kir ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst wan li navçeya Tarsûsê ya Mêrsînê li dijî konvoyeke sewqiyata leşkerî çalakiyek li dar xistine.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Li ser rêya Pozanti û Tarsûsê li dijî konvoya leşkerî çalakiyeke serkeftî hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de TIR’eke artêşa dagirker hate îmhakirin û derb li makîneya kar a leşkerî jî hate xistin.”

20:29

Li Serêkaniyê îro li eniyên rojhilat û rojava de 59 dagirker hatin kuştin.

Li rojavayê Serêkaniyê 30 leşker û çete hatin kuştin, du wesayîtên doçkayan hatin îmhakirin, derb li tankekê hate xistin. Du çeteyên di nav bajêr de hatin kuştin.

Li eniya rojhilat jî 2 panzêr hatin îmhakirin, 2 wesayîtên doçkayan hatin şewitandin, 27 leşker û çete hatin kuştin.

20:26

Artêşa Tirk a dagirker li Minbîcê êrîşî artêşa Sûriyeyê kir: Leşkerekî Sûriyeyê mir û 3 leşker jî birîndar bûn.

20:23

Şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Dijwar bi tevlêbûna bi hezaran kesan hatin veşartin.

20:21

Di civîna wezîrên karê derve yên welatên endamên Yekîtiya Ewropayê de hate diyarkirin ku ev êrîşên dagirker pêvajoya siyasîya li Sûriyeyê dixe rîskê. Di civînê de piştgirî dan welatên ku biryar dane çekan nefiroşin Tirkiyeyê.

20:20

Partiya Gel a Ewropa (EPP) a koma herî mezin a parlemento û endamê partiya çep a Parlementoya Ewropayê (PE) ye, êrîşên dagirker mehkûm kir û daxwaz kir ku demildest hêzên Tirk vekişin.

18:15

Li gundê El Cat ê Minbîvê di navbera Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê û artêşa Tirk de şer heye. Wesayîta leşkerî ya dewleta Tirk hate îmhakirin û di van şeran de 4 leşkerên Tirk hatin kuştin.

18:14

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topan li gund û keleha Şiwarxaya Şeraya Efrînê didin.

17:56

Li gundê Menecirê yê bi ser Serêkaniyê ye û di navbera Til Temir û Serêkaniyê de ye, şerekî giran heye. Balefirên şer ên Tirk jî gundê sivîlan bomberdûman dike.

17:53

QSD: Di 24 saetan de 78 çete hatine kuştin

QSD`ê got di encama şerê li sersanserî xeta sînor ji şevê heta niha 78 çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirler hatine kutşin. Her wiha detnîşan kir ku 20 şervan û 15 sivîl jî şehîd bûne.

 

17:35

Balafirên şer ên Tirk bi koordîneya balafirên keşfê navenda Serêkaniyê bombe dikin.

17:05

 

17:05

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl: Em rênadin ku Erdogan bê, heta yek fedayiyê me mabe, em rê nadin bê. Erdogan bê wê xeteriya DAÎŞ’ê hê zêdetir bibe.

17:04

Şervanên QSD'ê yên li eniya Girê Spî derbên xurt li dagirkeran da. Li derdorî bajar gelek çalakî kirin. Wesayîtke ya artêşa Tirk rûxandin û gelek çete hatin kuştin.

16:33

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundê El Cad ê Minbîcê kir. Di navbera çeteyên dewleta Tirk û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê şerekî giran heye.

16:31

Yekîtiya Ewropayê dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Bakurê Sûriyeyê şermezar kir û ji bo lêgerîna sondajê ya derzagonî jî amadekariya zextan dike.

16:29

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombeyan li Serêkaniyê dibarîne.

16:29

Hevberdevkê PYD’ê Salih Muslim got ku “Peymana bi rejîmê re peymaneke leşkerî ye.” Muslim diyar kir ku soz hatiye dayîn qada hewayî ji balefirên Tirk re were girtin.

 

16:28

Trûmp: Em ê guşarên mezin li Tirkiyeyê bikin

 

15:29

 

 

 

15:08

Mordem Dirbêsiyê: Tekane rêya li pêş me berxwedan e

Mordem Dirbêsiyê yê di berxwedana Serêkaniyê de: Li Serêkaniyê şeş roj in şerek heye. Dewleta Tirk dixwaze Serêkaniyê dagir bike. Lê li vir şerekî mezin û berxwedan heye. Tekane rêya li pêş me berxwedan e. Ev çend roj in dema ji bo êrîşan tên, dengê qîreqîra wan tê. Gelek mirî û birîndarên wan hene. Çi dema ku tên, vedigerin diçin. Tişta li Serêkaniyê pêk tê ev e, wê encam jî serfiraziya me be.

 

15:04

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê derbarê şerê li Girê Spî yê di 13’ê Cotmehê de bîlançoyek weşand.

 

14:49

ŞErvan Goran Dêrik ê li eniya Serêkaniyê: Em ê vira li wan bikin dojeh

Şervanê Hêzên Antî Teror, Goran Dêrik ê di berxwedana Serêkaniyê de ye: Em şeş roj in li Serêkaniyê şer dikin. Artêşa Tirk bi balefir û topên xwe bomberdûmanê dike. Em jî şeş roj in li dijî wan şer dikin. Em ê heta dawiyê şer bikin. Vê qetlîama li ser gelê me, bandoreke mezin li min kir. Ez sozê didim gelê me, birîndar û şehîdan, em ê tola wan hilînin. Em ê vira li wan bikin dojeh. Qaşo wan Serêkaniyê bi dest xistine, lê berevajî wê direvin. Em ê heta dawiyê şer bikin. Berxwedan jiyan e, teslîmîyet îxanet e.

 

14:45

Meclîsa Neteweyî ya Katalonyayê, êrîşên dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û bal kişand ser vî tiştî ku daxwazên gelê Kurd, daxwazên Katalanan e jî.

14:10

Dewleta Tirk dixwaze 31 tax û gundên li ser sînorê Kobanê yên navçeyên Sûrûc û Bêrecûka Rihayê vala bike. Şêniyên taxê diyar kirin ji roja ku êrîşa li ser herêmê hatiye destpêkirin, ji bo ku ew malê xwe vala bikin zext li wan tê kirin.

14:08

Li kampa Eyn Îsa ya ku bi hezaran malbatên çeteyên DAÎŞ’ê lê hene, di navbera hêzên QSD’ê û çeteyên DAÎŞ’ê de şer hene. Tê diyarkirin ku dewleta Tirk çek daye malbatên DAÎŞ’ê yên li kampê.

13:50

Eşîrên Celalwend, Bîranwend, Osmanwend ên li herêmên Loristan, Îlam û Kirmaşanê û eşîra Lek a li Kirmaşan, Îlam û Loristanê nameyuek ji Serokkomariya Îranê re nivîsîn û xwestin li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û Bakur û Rojhilatê Kurdistanê şer bikin.

13:38

Li herêma Ebû Sirre ya Eyn Îsayê di navbera şervanên QSD'ê û dagirkerên dewleta Tirk de şerekî dijwar diqewime.

13:37

Leşkerên rejîma Sûriyeyê gihîştin rêya Eyn Îsayê.

,

13:29

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navenda bajêr a Serêkaniyê bombe bikir, zarok jî di nav de 8 sivîl birîndar bûn.

 

13:06

Li herêma gundê Alya yê Til Temirê êrîşa dagirkerên dewleta Tirk hate têkbirin.

13:05

Li navbera Til Temir û Eyn Îsayê, şervanên QSD'ê li çeteyên dewleta Tirk a dagirker dan ku xwestin ji milê Eyn Îsa û Girê Spî bikevin nava Til Temirê. Di encamê de 2 panzer hatin îmhakirin û êrîş hate têkbirin. Tê gotin ku gelek kuştî û birîndar ji dagirkeran hene.

13:03

Bi hezaran şêniyên navçeya Girkê Legê û gundewarên wê cenazeyê ‘dayika Eqîde’ ku di encama bombebarana dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî karwanê sivîlên li Serêkaniyê de şehîd bûbû, pêşwazî kir.

12:34

 

12:14

Nexweşxaneya Lêgerîn a li Til Temirê ragihand ku di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de yên li dijî Serêkaniyê di nava 6 rojan de 75 sivîl şehîd bûne û 450 sivîl jî birîndar bûne.

11:59

Şervanên YPJ'ê bi çekên giran li dagirkeran dan

 

11:39

YPJ'ê bi çekên giran li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete çalakiyek kirin. Di encamê de gelek ji leşker û çeteyên Tirk mirin.

11:30

Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de ya li dijî Serêkaniyê xebatkarê Çira TV Mihemed Hisên Reşo şehîd bû.

11:29

Di bombardûmana îro de ya artêşa Tirk a dagirker a li navenda Serêkaniyê sivîlek şehîd bû û 2 sivîl birîndar bûn.

11:13

Komalên Ciwan li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk bang li ciwanan kir ku her deverê bikin qada berxwedanê.

11:10

Kongreya Star got, ''Ev pêvajoya dawî, ferfitîne dawî ya Erdogan e. Beriya ku biçe serî li talan û rêyên qirkirinê dide.'' Di daxuyaniyê de hate gotin gel heta dawî wê li ber xwe bidin.

11:00

Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê bi daxuyaniyekê li ser êrîşên dagirkeriya Tirk gotin, ''Dewleta Tirk hebûna xwe li ser tinekirina Kurdan ava kiriye'' û diyar kirin ''Em biheq in û em ê bi ser bikevin''.

10:48

Duh di saetên êvarê de artêşa Tirk a dagirker topek avêt gundê Çetelê yê girêdayî navçeya Dirbêsiyê û di encamê de welatiyê bi navê Izedîn Mehmûd El-Yûsif birîndar bûbû û îro di saetên sibê de şehîd bû.

10:36

Li eniya Serêkaniyê roja 6'an a berxwedanê

 

10:28

Lîderê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostedt Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî rexne kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi helwesteke lawaz tevdigerin û got, "Divê êdî dawî li vê bê anîn û pêkanîn li Tirkiyeyê bê ferzkirin."

09:51

 

09:42

Şervanên ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li bajarê Serêkaniyê bi rengekî bi heybet li ber xwe didin, diyar kirin ku ev şer şerê man û nemanê ye û bang li gelê Kurd kirin ku rabin ser piyan û li ber xwe bidin.

09:25

Serokê partiya Demokrat û Yekîtiya Serbixweyan (UDI) a Fransiz Jean-Christophe Lagarde ji xwest lîstika ku îşev wê di navbeyna tîma millî ya Fransayê û Tirk de were betalkirin, ku tîma Tirk ji bo destekê bide dagirkeriya Tirk slava leşkerî dabû.

08:47

Elysee: Ji bo leşkerên Fransî û sivîlan wê tedbîr bên wergirtin

Li Fransayê piştî civîna Konseya Ewlekariyê ya şeva Yekşemê dagirkeriya Tirk 'bi gotina herî tund' hate şermezarkirin û hate gotin, ji bo sivîlan û leşkerên Fransayê yên li qadê wê tedbîrên ewlekariyê bên wergirtin.

08:47

PKK: Pêwîstiya lezgîn bi Konferansa Neteweyî heye

PKK destnîşan kir ku Kurd nebin yek û bi hev re tênekoşin nikarin destketiyên xwe biparêzin û diyar kir, "Bi rengekî lezgîn pêwîstî bi Konferansa Neteweyî heye ku hêzên siyasî, partî û civaka demokratîk a rêxistinbûyî li hev kom bibin."

Li Serêkaniyê ji doh bi şev û vir ve şer didome. Şervanên QSD'ê bi berxwedaneke mezin hewldana dagirkeran a ji bo ketina nava bajêr têk birin. Hêzên dagirker hewl dan ji rojhilat û bakur ve bikevin nava bajêr, lê êrîş hemû hatin têk birin. Gelek dagirker hatin kuştin. Ji doh bi şev û vir ve bi balafirên şer û obusan bombardûman li bajêr tê kirin. Di şerê doh de 2 panzer hatin rûxandin û derb li bûldozer û 2 dozeran hate xistin. Di şer û çalakiyên sûîqestê de 27 leşker hatin kuştin.