Berlîn, Parîs û London bi Îranê de rêyek dan û standinê ava dikin

Elmanya, Fransa û Brîtanya Mezin, ji bo li ambargoya DYE'yê nealiqin û karibin bi Îranê re têkiliyên xwe yên bazirganiyê bidomînin, wê sîstemeke dan û standinê ava bikin.

Li gorî qenala televîzyonê ya Elman NDR, navê vê sîstema dan û standinê INSTEX (Instrument In Support Of Trade Exchanges) e.

Wezîrên Karên Derve û Aboriyê yên Fransayê di nava hefteyê de ragihandibûn ku saziyeke malî ya serbixwe ya bi vî rengî her gavê dikare were avakirin.

Ewropî ji bo li astengiya pêkanînên Emerîkayê nealiqin bi mehan e li ser bicihanîna mekanîzmaya bi navê "Vehicular ad hoc network (VANETs)" radiwestin ku şêweyekî sîstema "barter" e. Li gorî vê mekanîzmayê, petrol û gaza ji Îranê bê kirîn û xizmet û malên ku Îran ji Yekîtiya Ewropayê peyda bike, wê bi hev bên guhertin (trampa).

Trampa ya jî bi navê xwe yê din sîstema 'barter' par bi daxuyaniyeke hevpar a Rûsya, Fransa, Çîn, Elmanya, Îngilîstan, Yekîtiya Ewropa û Îranê ve hatibû ragihandin. Li gorî vê sîstemê, di bazirganî û danûstandinê de wê pere neyê bikaranîn, lê li şûna wê wê mal bi hev ve bên guhertin. Fîrmayên bi hev re kar dikin wê dan û standinê jî yekser bi hev re nekin, lê ji navenda barterê re bikin.

Rêveberiya DYE'yê piştî ku meha Gulanê xwe bi rengekî yekalî ji peymana nukleerê ya bi Îranê re vekişand, ji nû ve ambargo li ser Îranê ferz kir.