Beriya hilbijartinên li Elmanyayê nameyên gefxwarinê hatin şandin

Ji gelek parlamenterên federal û lîderên partiyan ên li Elmanyayê re, nameyên gefxwarinê, ku madeyeke tozê ya nayê zanîn çi ye, hatin şandin.

Beriya hilbijartinên giştî yên federal ên roja Yekşemê, balkêş e ji parlamenter û lîderên partiyên çep û rast re nameyên gefxwarinê hatin şandin. Di nava nameyan de tozeke spî jî hebû.

Yek ji van nameyan, ji Serokwezîrê Eyaleta Bavyerayê û Serokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Sosyal a Xiristiyan (CSU) Horst Seehofer re hate şandin.

Namzeta Partiya Keskan a ji bo Serokwezaretiyê Katrîn Gorîng-Eckardt û Parlamenterê Keskan Hans-Chrîstîan Strobele, Parlamenterên Partiya Çep (Dîe Lînke) Gregor Gysî û Gesîn Lotzsch jî bûn hedef. Balkêş e hevserê Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel Joachîm Saûer jî bû hedefa van nameyên gefxwarinê.

Polîsên Elman û siyasetmedarên navborî piştrast kirin û nameyên gefxwarinê hatine şandin. Wezareta Karên Hundir a Federal jî ragihand, ku madeya tozê ya di nava nameyan de hebûn tê lêkolînkirin. Hat ragihandin, madeyên navborî bandor li siyasetmedarên gef li wan hatiye xwarin, nekiriye.

Tê texmînkirin, ku hin ji nameyên gefxwarinê ji aliyê rastgirên tund ve hatine şandin. Di nameyekê de ku ji Hans Chrîstîan Strobele re hate şandin, bi zimanê Erebî nivîsa "dikare bikuje, dest nedê, şarbon, Xwedê mezin e" hatiye nivîsandin.

Pispor dibêjin, nameyên navborî ji aliyê kesên ku zimanê wan ê dayikê ne Erebî ye hatiye şandin û ji aliyê rastgirên tund ve weke ku DAIŞ'ê ya jî Îslamiyên din ên tund şandiye nîşan bidin, bi vî rengî hatine nivîsandin.

Parlamenterê ji Partiya Çep Gregor Gysî diyar kir, ku divê were lêkolînkirin bê navnîşanên malên taybet ên gelek siyasetmedaran ji ku peyda kirine.