Berdevkê YPG’ê: Tu endamên me yên ji 18 salî biçûktir tune

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd diyar kir ku hin kesên dixwazin Şoreşa Rojava reş bikin, li dijî YPG’ê şerekî taybet ê qirêj dike û got, “Em li gorî çarçoveya protokolên navneteweyî tevdigerin. Tu endamên me yên ji 18 salî biçûktir tune.”

Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd got, gotegotin ku hin alî belav dikin û dibêjin ku QSD'ê zarokên jêrî 18 salî tev li xwe din derew in û got ku ew li gorî protokolên ku bi NY'yê re îmze kirine tev dikgerin.

 Nûrî Mehmûd ji ANHA'yê re axivî, diyar kir ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur  û Rojhilatê Sûriyê li ser asta herêmê û tevahî cîhanê gihiştiye pêvajoyeke mezin û di têkoşîna şoreşgerî ya mirovî li ser asta cîhanê pêşeng e. Mehmûd got:  "Ji ber vê yekê li dijî şêniyên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji navendên şerê taybet ve hemleyên reşkirinê têne kirin."

‘ARMANCA VAN ALIYAN REŞKIRINA TÊKOŞÎNA ŞOREŞGERÎ YE’

Mehmûd daxuyand ku navendên şerê taybet di demên dawî de giranî daye mijara zarokan û wiha got: "Armanc ji van pêngavan, reşkirina têkoşîna şoreşgerî ya ku di salên borî de hatine pêk anîn û derbekirina saziyên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

Mehmûd derbarê mijara zarokan de wiha pê de çû: "Zarok pêşerojê civakê ne û pêşerojê herêmê ne. Nabe ku li gorî mezheb, netew, nasname an çand werin hikumkirin. Ji ber vê yekê nabe tu kesî nêzî zarokên kêmî 18 salî bibin. Herêmên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji vî bingehî li zarokan dinêre, ku li gorî çand û nirxên civaka exlaqî têne perwerdekirin û avakirin."

Mehmûd destnîşan kir ku "Navendên şerê taybet hewl dide bi hemû rêbazan têkoşîna şêniyên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê reş bikin. Ji van rêbazan jî mijara zarokan e. Bi belavkirina mîna van îdiayan armanc dikin ku siyasetên xwe pêk bînin. Ji ber vê yekê divê gelê me hişyar be û ji van siyasetan têgihiştî be."

‘ZAROK PÊŞEROJ IN’

Berdevkî Fermî yê YPG'ê  teqez kir ku YPG û YPJ'ê ji destpêkê ve û heya niha rêxistinkirina civakê, nêrîn û perspektîvên wê esas ji xwe re girt û wiha domand: "Yekîneyên me li gorî nirx, nêrîn û perspektîvên civakî nêzî hemû mijaran dibe, li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zarok ji teror, faşîst û zilmê parastin. Heya niha nêrîna hêzên me ji hezaran zarok û malbatên DAIŞ'ê nêrîneke mirovî ye û civaka navneteweyî vê baş dizane."

Nûrî Mehmûd destnîşan kir ku saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hin rewşên zarokan  ku civakê de derdikevin, nêrîneke mirovî dinêre an ku zarokên ku ji malbatên xwe direvin û di hemû waran de destekê dide an û wiha domand: "Divê civaka me baş bizanibin ku zarok ji bo me nirxekî mezin in, zarok berdewamiya nirxên civak û welat in. Ji ber vê yekê divê li gorî nirx û pransîpên malbatî, civakî û şoreşgerî ya durist werin mezinkirin û divê di nav malbata xwe de bimînin û dibistana xwe bidomînin."

Mehmûd da zanîn ku rejîmê nêrîneke belav kir û bû sedem ku di avabûna malbatekê de di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de  ne hevesengiyeke çêbibe û got: "Gelek zarok ji ber tundiya malbatî direvin."

‘ZAROK KETIN BANDORA KESAYETÊN ŞOREŞGER’

Nûrî Mehmûd diyar kir ku beşek mezin a zarokan bi şoreşê û kesayetên têkoşer ên di nava şoreşê de bi bandor bûn û dixwazin tev li refên wan bibin û ev tişt got: "Bi dehan, anku bi sedan zarokan hewl didin beşdarî YPG, YPJ û QSD'ê bibin. Em bi hevkariya Rêveberiya Xweser re hewl dide çareseriyan bibînin."

Di berdewama  axaftina xwe de îşaret pê kir zarokên herêmên gelek zehmetiyan dikişînin, yekîne û hêzên leşkerî nîqaşên bi saziyê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, civakê û Neteweyên Yekbûyî re pêş xistine da ku çareseriyan ji zarokên ku ji ber tundiya malbatê an tundiya derdora derdevin û berî didin tevlêbûna nava şoreşê, bibînin. Mehmûd got: "Li gorî peymanên navneteweyî  saziyên perwerde û fêrkirinê ji bo wan zarokan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin vekirin, ew zarok bi çavdêriya Rêveberiya Xweser û Neteweyên Yekbûyî têne perwerdekirin û fêrkirin."

‘DI NAV HÊZÊN ME DE KESÊN JI 18 SALÎ BIÇÛKTIR KES TUNE’

Berdevkê fermî yê YPG'ê Nûrî Mehmûd teqez kir ku hêzên leşkerî yên li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê nahêlin zarokê tevlê wan bibin û got: "Di sîstem û girêbestên me de zarokên jêrî 18 salî qebûl nabin. Zarokên ku têne cem me, em wan ji Rêveberiya Xweser re dişînin, ku ew li gorî şert û mercên guncaw wan ava dike."

Mehmûd diyar kir ku aliyên girêdayê navendên şerê taybet mijara zarokan bi kar tînin û wan ji bo reşkirina nirx û prensîpên şoreşê û sîstema demokratîk a li Rojava yê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tînin. Mehmûd her wiha got: "Ev alî hewl didin destkeftiyên ku bi berdêlên mezin a 11 hezar şehîd û zêdeyî 22 hezar birîndar hatine bidestxistin reş bikin. Ev alî ne tenê mijara zarokan di êrişên xwe yên reşkirina nirx û prensîpên şoreşêde  bi kar tînin, lê belê beşê ciwanan jî bi kar tînin da ku wan bixin bin bandora siyasetên xwe. Mîna vê yekê belavkirina madeyên hişbirê û fihûşê ye ku bi taybet daîreyên dagirkeriya Tirk pêk tînin."

Nûrî Mehmdû got, divê her kes, bi taybet malbat berpirsyartiyên xwe bi cih bînin û zarokên xwe bi awayekî layiq li gorî nirx û pransîpên şoreşê û fedekariyên ku hatine dayîn  ava bikin û got: " Herêm di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe."

QSD'ê di Tîrmeha 2019'an de bi Nûnerê Taybet ê Sekretêrê Giştî yê NY'yê yê Kar û Barên Zarokan û Şerê Çekdarî peymaneke hevbeş ji bo parastina zarokan ên li herêmên Rêveberiya Xweser û alîkariya wan  îmze kir.