'Bêdengiya li dijî êrîşan xiyanet e'

Nûrettîn Demîrtaş, di salvegera şehadeta Halît Oral de axivî ku bi şiyara 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' li dijî komploya navdewletî bedena xwe dabû ber agir û dirûşma 'bêdengiya li dijî êrîşan xiyanet e' ya Oral bi bîr xist.

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya PKK'ê Nûrettîn Demîrtaş, li Herêmên Parastinê yên Medyayê di merasîma bîranînê de axivî. Demîrtaş got, "Ez dixwazim gotineke hevalê Halît a berî çalakiyê anî ziman, bi we re parve bikim. Gotibû, 'Dibe ku bi vê çalakiya xwe re nikaribim bi mêtingeriya TC re paş ve gavê bidim avêtin. Lê belê wê zanibin, ku eger zerareke biçûk bidin Rêber Apo, gelê amade ye ku ji bo parastina Rêbertê cîhanê bi serê wan ve birûxîne."

Ji bo fêhmkirina vê rojê, divê komploya navdewletî ya 9'ê Cotmehê bê fêhmkirin û mirov wan rojan bi bîr bînin. Divê weke serdemeke ku şert û mercên şerê cîhanê yê 3. lê ava bûne û şer dest pê kiriye, bê pênasekirin. Mirov dikarin bêjin ku bi komplo û êrîşa li dijî Rêber Apo re vê pêvajoyê dest pê kiriye. Bêguman, di şexsê hevalê Halît Oral de li pêşberî hemû şehîdên xwe yên 'hûn nikarin roja me tarî bikin' bi rêzdarî bi bîr tînin. Li pêşberî vîna mezin ku wan nîşan dan, dixwazim careke din dubare bikim, ku em ê têkoşîna gel a xwedî derketina li Rêberî, pêkanîna azadiyê bi cih bînin û bibin şopdarên wan. Hevalê Halît şehîdê me yê destpêkê yê 'hûn nikarin roja me tarî bikin' bû. Piştî hevalê Halît, Bulent Bayram, Alî Aydin, Selamet Menteş, Aynûr Artan, Mehmet Gul, Mîrza Sevîmlî û ji gelê me Zehra ya ji Rojhilat heta dayika Hatîce Falay, heta hevrê Rojbîn a ku bû sembola fedayî Û berxwedana gerîla, em li pêşberî hemû şehîdên xwe yên 'hûn nikarin roja me tarî bikin' bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Hevalê Halît Oral, xeleka destpêkê ya vê berxwedanê bû, lewma helwesta wî ya li dijî komploya navdewletî îro jî rêbertiyê ji rêya me re dike. Beriya çalakiya xwe, nameyekê dinivîsîne û destnîşan dike, ku dem hatiye li dijî êrîşên li ser Rêber Apo çalakiyê li dar bixe. Bêyî kêliyekê winda bike, yekser çalakiyê pêk tîne. Ji ber vê yekê, çalakiya hevalê Halît em hemû hîn kir, bê fêhmkirina Rêber Apo a herî bi lez û sekna milîtanî divê çawa be. Sekneke milîtanî ye îro jî me hemûyan ronî dike. Dema ku diçû qada Rêbertî, di rê de dîl hate girtin û nekarî Rêbertî bibîne. Hevalê Halît ji aliyê ruhî ve xwe gihand Rêbertî û bi şoreşeke ji agir, pêvajo tacîdar kiriye.

BENDEK JI AGIR LI DORA RÊBER APO AVA KIRIN

Pêvajoyeke ku di dîroka mirovahiyê de kêm caran hatiye dîtin, ya jî yekemcare tê kirin, da destpêkirin. Weke ku tê zanîn, bi sedan mirovî li dora Rêber Apo bendek ji agir ava kirin. Lewma destpêk û dawiya çalakiyên 'hûn nikarin roja me tarî bikin' e. Ji aliyê rê û rêbazê ve dawî ye. Ruhê fedayîtiyê û ruhê avakirina benda ji agir, di dîroka mirovahiyê de xwe gihandiye girseyîbûneke ku berê qet nehatiye dîtin. Vîneke bêhempa ya mirovahiyê derxistiye holê, ku divê mirov bi rêzdarî bejna xwe li ber bitewîne. Lê belê ji aliyê ruhî ve dawî nîne, berevajî; ruhê parastina Rêber Apo îro jî dewam dike. Heta ku Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve bê azadkirin, ew ruh wê teqez bê parastin û bidome.

NÎŞAN DA BÊ SEKNA XWEDÎDERKETINA LI RÊBER APO DIVÊ ÇAWA BE

Hevalê Halît di nameya xwe de gotibû, 'bêdengiya li dijî êrîşan xiyanet e'. Destnîşan kir, bê sekna milîtanî, sekna xwedîderketina li Rêber Apo divê çawa be. Nîşan da ku li dijî êrîşan divê ne tenê nirxandin were kirin, pêwîste çalakî bê kirin. Ev yek jî bi çalakiya xwe ya mezin îspat kir û pêşengî ji me hemûyan re kir. Bedena xwe kir xelekek ji agir li dora Rêbertî û tevlî karwanê nemiran bû. Herî dawî dixwazim gotineke wî ya beriya çalakiyê bi bîr bînim: 'Dibe ku bi vê çalakiya xwe re nikaribim bi mêtingeriya TC re paş ve gavê bidim avêtin. Lê belê wê zanibin, ku eger zerareke biçûk bidin Rêber Apo, gelê amade ye ku ji bo parastina Rêbertê cîhanê bi serê wan ve birûxîne'. Dem ew dem e ku gelê me li dora Rêber Apo bicive û wî bîne nava xwe."