Baydemîr got 'Kurdistan', wekîlên AKP'yî dîn û har bûn!

Parlamenterê Rihayê yê HDP'yî Osman Baydemîr got 'Kurdistan'. Vê gotin, wekîlên AKP'yî dîn û har kir. Ji ber ku got 'Kurdistan' ceza li Baydemîr hate birîn ku 2 rûniştinan tevlî civînên meclîsê nebe.

Parlamenterê Rihayê yê HDP'yî Osman Baydemîr, di dema nirxandina budçeyê de li Meclîsê mafê axaftinê girt.

Baydemîr bi bîr xist ku Hevserokên Giştî û parlamenterên HDP'yî girtî ne û destnîşan kir ku di nava şert û mercên darbeyê de budçeyeke adîlane nayê amadekirin. Baydemîr di dewama axaftina xwe de pirsa "We çiqas budçe ji Kurdî, Pomakî, Lazî veqetandine?" kir.

'YA KU DIVÊ WERE KIRIN...'

Baydemîr diyar kir ku asîmîlasyon hê li şûna xwe neleqiya ye û got, "Bombekirina Palmîra û bombekirina Heskîfê karê heman mejî ye."

Baydemîr got, "Gelê ku te hilbijartiye çiqasî cihê rêzdariyê ye, gelê ku Kurd hilbijartiye jî ewqasî cihê rêzdariyê ye" û wiha dewam kir: "Tenê tiştek heye ku divê were kirin, ew jî ev e: Divê derhal asîmîlasyon bê terikandin, dawî li polîtîkayên qirkirina çandî were anîn û feraseta ku mirovên ne ji xwe digire û dixe zindanê bê terikandin."

DARBEYA 4'Ê MIJDARÊ

Baydemîr wiha dewam kir: "Li vî welatî bi rastî jî ne darbeyek, lê gelek dare hatin kirin. Bêguman yek ji van, hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê ye. Lê belê ya ku hewldana darbeyê ji bo xwe weke firsendekê dît û darbeya rastî li vî welatî kir, ev hikumet bi xwe ye. Yek ji van darbeyan jî darbeya 4'ê Mijdarê ye.

Milet kîjanê tercîh bike ew biryara milet e. Di vir de, eger tu rabe lîderekî ku gel hilbijartiye û mîna te nafikire, serî li ber te natewîne û ji ber ku rastî raxistiye pêş çavan bigire, wê demê navê vê 'darbe' ye. Ji darbeyê jî wêdetir navê wê 'dîktatorî' ye. Selahattîn Demîrtaş ji ber ku got 'Em ê te nekin Serok' niha girtî ye. Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag ji ber vê yekê niha li girtîgehê girtî ne. Gultan Kişanak, Nûrhayat Altûn, hemû parlamenter û hevşaredar ji ber vê yekê li girtîgehê ne.

Roleke me heye, mîsyoneke me heye. Ez ewladekî Kurd im û nûnerekî Kurdistanê me. Lewma roleke min a bi vî rengî heye. Bila ev sîwan bibe sîwanê hevpar ê Kurd û Tirkan. Eger hûn Kurdan li derve bihêlin, eger hûn Kurdan jinedîtî ve bên, eger hûn Kurdan bixin girtîgehê, di dawiya dawî de hûnê temamiya 80 milyonî winda bikin. Werin em rejîmeke siyasî ya ku kes lê winda nekin, ava bikin."

'KURDISTAN VAYE VIR E!'

Ji ber ku Baydemîr di nava axaftina xwe de got 'Kurdistan', Wekîla Meclîsê, Serokwekîlên Koma AKP'ê û Parlamenterên AKP'yî pengizîn û pirsa 'Kurdistan li ku ye?' kirin. Li ser vê yekê Baydemîr jî dilê xwe nîşan da û got, "Vaye Kurdistan li vir e."