Bav û kur êş û kêfxweşiyên xwe bi hev re distirên

Bav û kur ê Şengalî bi hev re stranên gelêrî yên li ser çand û kevneşopiyên civaka xwe dibêjin. Ezîz xwedêda û Neşet Ezîz bal dikêşin ser kerasetên di serê civakê de hatî û banga tifaq û vegera Şengalê dikin.

Ezîz Xwedêda, bi navê din ê hunermendî ku pê tê naskirin, Ezîz Reşkanî, piştî fermana li ser civaka Êzidî hate kirin şûnde stranan dibêje, bi huner re mijûl dibe. Xwedêda yê bi fermanê re ji Şengalê koçber bûyî, piştî Şengal tê rizgarkirin dîsa vedigere li ser warê xwe yê qedîm.

Xwedêda, dibêje ku piştî fermanê divê min keraseta li serê civaka wan hatî bianiya ziman û rêya vê jî muzîk bû û lewre jî hezkirin û eşqa wî ya ji bo stranan zêdir bûye.

KARASETA FERMANÊ BI STRANAN TÎNE ZIMAN

Xwedêda bal kişand ser mercên koçberiya bi êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê re û got: “Keraseteke mezin bi serê civaka me hat. Em neçar man ji Şengalê koçber bibin. Lê belê piştî fermanê ez dîsa vegeriyam warê xwe. Ji wê demê û pêde ez li ser kul û derdên xwe û civaka xwe stanan çêdikim û distirêm. Keraseteke mezin bû, civaka me heta niha bi 74 fermanan re rû bi rû hatiye hiştin. Ma em ê heta kengê wiha di vî halî de bimînin, bê rêxistinî bimin, tifaqa xwe çênekin ku bi keraset û qirkirinên wiha re rû bi rû bimînin? Lewre divê civaka me tifaqa çêke, bibe yek.

Dibe ku xelkê me li ser fikrên cuda cuda be jî, lê divê ji bo mijarên berjewendiya civaka em têde heyî yekbûn û tifaqa xwe çêbikin. Bi vî awayî dikarin xwe ji êrîşan biparêzin, ancax em xelkê xwe, ola xwe, erda û çanda xwe biparêzin, li ser xaka xwe bi xelkê xwe re bi azad serbilindî bijîn.”

‘DIVÊ EM QENCIYÊ JIBÎR NEKIN’

Xwedêda di derbarê rewşa Êzidiyên derveyî Şengalê jî dijîn de bang dike ku her kes vegere ser axa xwe û wiha pêde çû:“Gelê me ji keraseteke mezin hate rizgarkirin. Lê niha li Şengalê rewş aram e. Lewre divê xelkê me vegere Şengalê nav civaka xwe. Bextewarî û aramiya me li ser axa me ye, divê em ji bîr nekin. Dîsa divê em ji kesên destê xwe dirêjî me kirî, civaka me ji vê kerasetê rizgar kirî, qenciya li me kirî ji bîr nekin.”

‘STRAN BERXWEDAN E’

Xwedêda bal dikêşe ser girîngiya hunerê û dibêje ku stran û huner jî berxwedan e û wiha domand: “Stran û hunera civakekê çand û dewlemendiya wan nîşan dike, nûnertiya xurtbûna wê hêzê nîşan dide. Yanî stran jî qadeke girîng a berxwedanê ye. Stran bi serê xwe berxwedan e. Gel û civakek bi stran û hunerê manewiyata xwe xurt dike, dihêle ku civak li ser nirx û dilpakiyên xwe bimîne û li ser wî esasî rêxistinbûna xwe, lewre azadî û pêşeroja xwe biparêze.”

‘EŞQA MIN A STRANAN HIŞT KU NEŞET JÎ BIBE STRANBÊJ’

Xwedêda ji bo kurê xwe û stranbêjiya kurê xwe Neşet Ezîz jî dibêje: “Mîna min, Neşet jî hez ji stran û hunerê dikir û wisa bi min re xwe pêş xist.” Xwedêda dibêje ku Neşet ti perwerdeya muzîkê nedîtiye tenê li ber destê wî fêr bûye û niha pêre weke hevalekê stranan dibêje. Xwedêda diyar kir ku wî bi xwe, xwe fêr kir û ji ber hezkirina xwe ya stran û tembûrê pêşket, anî ziman ku dixwaze zêdetir jî pêş bikeve.

Kurê Ezîz Xwedêda Neşet Ezîz jî dibêje ku wî bi bavê xwe ji mûzîk û tembûrê hez kiriye û got: “Babê min tembûr dijenand û stran digotin. Gelek bala min jî dikêşa. Min jî xwest weke wî bim. Lewre min dixwest tim pêre bim.

Ev du sal in ez stranan dibêjim. Hêvîdar im li gorî dilê guhdarvan û hezkiriyan be. Gelek keyfa min ji stranan tê. Dema ez stranan dibêjim ez dilxweş dibim.”

Neşet Ezîz jî weke bavê xwe bang li xelkê koçber bûyî dike ku vegerin ser warê xwe.