Bankeya Deutsche wê 18 hezar kesî ji kar derbixe

Bankeya herî mezin a Elmanyayê Banka Deutsche di çarçoveya planên sexberî (teserûf) de biryar da ku 1 ji 5’an xebatkarên xwe ji kar derbixe.

Bankeya Deutsche yê ragihand ku di çarçoveya plana ji nûve vesazkirinê de wê 18 hezar karkeran ji kar bavêje. Di daxuyaniyê de hate gotin wê hejmara xebatkaran heta sala 2022’an ji 92 hearan bixe 74 hezar.

Sala derbasbûyî Bankeya Deutche dawî li karê 6 hezar xebatkarên xwe anîbû û ji kar derxistinê hedef dike ku 6 mîlyar Euro teserûf bike.

Lê bi vê planê re tazmînatên ku derkeve holê jî di nav de îsal tê pêşbînî kirin îlawe 3 mîlyar Euro mesref bike.

Piştî krîza 2008’an di sektora bankeyay ya Elman ku dewlet piştgiriyeke mezin dike, windahiyên salên dawî balê dikêşe. Tenê sala borî di sektora bankeyeyê de 32 kes ji kar hatibûn avêtin.