Balafirên şer ên Îsraîlê li wesayiteke sivîl dan

Balafirên şer ên Îsraîlê li taxa Şucaiyye ya li rojhilatê Xezzayê li wesayiteke sivîl dan.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee diyar kir, balafireke leşkerî li Xezzayê li wesayita berpirsyarekî "hucreya firfiroka şewitî" xist.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji ber ku balonên bi gaza helyûmê yên şewitî ji Xezzayê dişînin axa Îsraîlê, êrîşa bi balafiran hate kirin."

Şahidan gotin, Îsraîlê bi roketan li wesayiteke sivîl a li ber maleke li taxa Şucaiyye parkkirî xist. Di encama êrîşê de wesayit rûxiya. Nayê zanîn bê tiştek bi kesî hatiye yan na.