Balafirên Rûs bombe li çeteyên dewleta Tirk barandin

Hêzên hewayî yên Rûs bombe li komên çete yê li bakur rojavayê Sûriyeyê barandin ku rejîma Tirk piştgiriya wan çeteyan dike.

Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, balafirên Rûs şeva Sêşemê û sibeha Çarşemê li Hama, Idlib û Lazkiyeyê bombardûman kirin.

Li gorî saziyê, ji 6'ê Adarê dema destpêkirina agirbestê ya li herêmê û vir ve cara yekemîn e ku Rûsya êrişa hewayî dike.

Herêma navborî di bin dagirkeriya çeteyên Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) û Hûras El Dîn û Partiya Îslamî ya Turkistanê de ye ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike.

Piştî agirbesta navbera Tirkiye û Rûsyayê operasyona rejîma ya li hemberî Idliba ku HTŞ lê serdest e, hatibû rawestandin.

Li gorî lihevkirina Tirk û Rûsan, li rêya M4 a navbera Heleb û Lazkiyeyê ku ji Idlibê derbas dibe, dewriyeyên hevpar hatin kirin.

Li gorî saziyê, êrişa hewayî ya Rûs ji bo wê yekê ye ku komên çete ji vê rêyê û hin gundên herêma Sahl El Habê dûr bixîne. Li gundên navborî hêzên rejîmê û hêzên Rûs hene.