Balafira leşkerî ya DYA ku 11 kes tê de bûn, kete xwarê

Li gorî nûçeya AFP'ê, li peravên Japonyayê li başûrê rojhilat ê bajarê Okînawayê, balafireke leşkerî ya Amerîkayê ketiye xwarê û tê de 11 personel hebûn.

Li gorî daxuyaniya Fîloya 7. a Hêzên Deryayî yên DYA'yê, balafira navborî li Derya Fîlîpînê bi erka xwe radibû û vedigeriya keştiya balafiran a USS Donald Reagan.

Hat ragihandin, qeza li gorî dema Japonyayê saet di 02:45'an li başûrê rojhilat ê li girava Okînawayê qewimî. Hêzên Deryayî yên DYA diyar kir ku li ser sedema qezayê wan hê agahî bi dest nexistine.

Hêzeke xurt a leşkerî ya artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) li rojavayê Pasîfîk heye. Bi deh hezaran leşkerên DYA li Japonya û Koreya Başûr bi cih bûne.