Bahadîn: Erkê me yê yekem dawîkirina dagirkeriya Tirkiye ye

Endamê Lîsteya Namzetê Tevgera Goran Celal Tehsîn Bahadîn bal kişand ser mexdûriyeta herêmê û diyar kir ku dema biçin parlementoyê erkê wan ê yekem wê ew be ku dawî li dagirkeriya xaka Kurdistanê bînin.

Namzetê Tevgera Goran Celal Tehsîn Bahadîn nerazîbûn nîşanî hikûmeta herêmê ya ji bo welatiyên Başûrê Kurdistanê kir û got: “Ji salên 90’î ve bi zêdehî 30 welatiyên devera Nêwerêkan hatine qetilkirin.” Bahadîn got ji bo dawîkirina vê wê li nava parlemetoyê fişarê li hikûmeta Herêma Kurdistan û Iraqê bikin ku dawî li vê dagirkerî û bomberdûmana dewleta Tirk û cîran a li ser serweriya herêma Kurdistan û Iraqê bînin.

DEVER MEXDÛR E

Bahadîn diyar kir ku devera Nêwerêkan ya girêdayî Şêladizê yek ji deverên herî mexdûr e li nava Başûrê Kurdistanê. Ziyanên li vê deverê hem canî û hem jî madî ye. Ev herêm ji aliyê xweza û dewlemendiya xwe ve cihekî ku herkes berû wê bê ye. Di warê xwedîkirina lawir û mêşvaniyê ve jî cihekî taybet û seyrangehî ye.

‘ZIYANÊN CANÎ JI YÊN MADÎ ZÊDETIR IN’

Bahedîn bal kişad ser mexdûryeta gel û piştguhkirina deverê ya ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê û got: “Mixabin ev dever ji aliyê hikûmetê ve nayê dîtin û cihê şerme ye ku ev xaka evqas dewlemend destê alîkariyê nayê dirêjkirin. Îro ziyanên canî ji ziyanên madî pir mezintir in. Ji salên 90’î heta îro zêdetirî 30 welatiyên me yên herêmê di encama topbaran û bomberdûmana balafirên şer ve hatine şehîdkirin.”

LI DIJÎ BÊDENGIYÊN HELWEST

Bahedîn destnîşan kir ku tevî ewqas topbaran û qetilkirina sivîlan ne li nava parlemetoya Iraq û ne jî hikûmeta Herêma Kurdistanê helwestek diyar raber nekiriye ku bêjin ev welatên tên qetilkirin hemû jî sivîl in.

NEWEKHEVIYA WELATIYÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Tehsîn Bahadîn bal kişand ser nêzîkatiya hikûmet ya ji bo welatiyên Başûrê Kurdistanê û got: “Herêma Barzan ne ji aliyê balafirên Tirk ve tên bombe kirin û ne jî bax û baxçeyên wan tên şewitandin û talankirin. Lê mixabin herêma me tim bûye armanca wan balafirên dewleta Tirk û heta em nikarin biçin nav bax û baxçeyên xwe.”

‘EM Ê BIKIN KU DAWÎ LI DAGIRKERIYÊ BÊ’

Bahadîn da xuyakirin ku erê wî yê yekem dema çû parlementoyê wê ji bo dawîkirin û astengkirina dagirkeriya Tirkiye ya li ser xaka Kurdistanê be. Bahadîn got ku wê fişarê li Hikûmeta Herêma Kurdistan dîsa deshilta Iraqê ya ku serweriyê li xaka Iraqê dike bikin ku dawî li vê dagirkerî û zilma li welatiyên sivîl tê kirin bikin.