Aydenîz: Heta ku tecrîd hebe tiştek sererast nabe

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz got, heta ku Ocalan tecrîdkirî be di atmosfera siyasî ya Rojhilata Navîn de tiştek sererast nabe.

Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rengekî giran dewam dike. Di operasyonên qirkirina siyasî yên 9'ê Cotmehê de gelek endam û rêveberên HDP, DBP, KCD, TJA, DÎK û xebatkarên çapemeniyê hatin destgîrkirin. Li Midûriyeta Emniyetê ya li Amedê, hema bêjin ji hemû kesên hatin destgîrkirin re li ser tecrîdê pirs hatin pirsîn.

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz polîtîkaya tecrîdê ya dewleta Tirk û têkoşîna li dijî vê polîtîkayê ji ANF'ê re nirxand. Aydenîz got, "Ji hevalên me yên destgîrkirî re li ser tecrîdê pirs hatin pirsîn. Ev yek nîşan dide ku faşîzm û dîktatorî li Tirkiyeyê bi cih dibe û tê xwestin, zext, şîdet û zilm bê dewamkirin. Ji ber ku, eger hevdîtin bi Birêz Ocalan re were kirin, wê bê dîtin ku felsefeya wî ya li Rojhilata Navîn belav bûye bibe hêvî ji hemû gelên cîhanê re. Lewma pirsên bi vî rengî dipirsin û hewl didin zextê li mirovan bikin. Baş zanin ku tecrîdkirina Birêz Ocalan tecrîdkirina tevahiya Rojhilata Navîn e. Di heman demê de girankirina şer e."

'NAXWAZIN TECRÎD BIKEVE ROJEVÊ'

Aydenîz got, eger tecrîdkirina Ocalan bidome wê di atmosfera heyî ya siyasî ya Rojhilata Navîn de tiştek sererast nebe û wiha pê daket: "Dîktatoriya faşîst tecrîdê didomîne û dixwaze ji xwe re argumanekê biafirîne. Lewma naxwaze ku mirov tecrîdê bixin rojevê û ji bo rakirina tecrîdê çalakiyan li dar bixin. Dema ku mirov bala xwe didin ser rewşa heyî ya dewletan, tê dîtin ku ji bo berjewendiyên xwe biryarên siyasî didin. Û ji bo van biryaran bi cih bînin, divê lingên siyasî û civakî bişikînin. Ev jî partiyên siyasî, saziyên sivîl, jin û ciwan in. Ji ber vê yekê pêla destgîrkirinê mezin bûye."