Awûstûrya ji Tifaqa Koçberiyê ya Neteweyên Yekbûyî vedikişe

Hikumeta Awûstûryayê ku FPO a rastgiriya tund şirîkê koalîsyonê ye, ragihand ku xwe ji tifaqa Neteweyên Yekbûyî ya li ser koçberiyê vekişandiye.

Li gorî daxuyaniya hikumetê, di civîna bilind a Neteweyên Yekbûyî de ku wê 10-11'ê Kanûnê li bajarê Marakeş ê Fasê bê lidarxistin, wê îlan bikin ku xwe ji tifaqa li ser koçberiyê vekişandiye.

Di daxuyaniyê de hate îdîakirin, vekişîna ji tifaqê bi armanca 'parastina serweriya Awûstûryayê' ye. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, wê Awûstûrya nûnerê xwe neşîne civîna bilind a li bajarê Marakeşê.

Tifaq yek ji belgeyên herî girîng ên îdareya koçberiyê ye. Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trûmp û Serokwezîrê Macarîstanê Vîktor Orban jî daxuyaniyên bi heman rengî dabûn.

Ev peyman û tifaq meha Tîrmehê ji aliyê welatên Neteweyên Yekbûyî ve hatibû qebûlkirin ku DYA ne di nav de ye. Macarîstanê jî meha Îlonê xwe ji tifaqê vekişandibû.