'Awûstralya jî wê Qudsê weke paytexta Îsraîlê qebûl bike'

Tê gotin, Awûstralya jî wê Qudsê weke paytexta Îsraîlê qebûl bike.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû got, Awûstralya jî plan dike ku Qudsê weke paytxeta Îsraîlê qebûl bike.

Netanyahû diyar kir ku ew bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Awûstralyayê Scott Morrîson re axiviye û Morrîson jê re gotiye, wê Qudsê weke paytexta wan qebûl bike û Sefaretxaneya Awûstralyayê bar bikin Qudsê.

Di kampanya hilbijartinê ya sala 2016'an de yek ji sozên Serokê DYA'yê Donadl Trûmp naskirina Qudsê weke paytexta Îsraîlê bû. Ev biryar meha Kanûnê ya par ketibû rojevê. Biryara Trûmp 14'ê Gulanê bi rengekî fermî bi cih hate anîn û di roja damezrandina Îsraîlê de Sefaretaxaneya Bilind a DYA'yê li Qudsê hate vekirin.

Nêzî deh welatan piştî dabûn vê biryara DYA'yê. Ev biryar bûbû sedem ku têkiliyên navbera rêveberiya Fîlîstînê û Trûmp xera bibe.