Avûstûrya bibiryar e ku xeta Transsîbîryayê bigihîne Viyanayê

Hikûmeta Avûstûryayê diyar kir ku ew bibiryar e xeta trênê Transsîbîryayê ya ku welatên Asyayê di ser Rûsyayê re digihîne Ewropaya Navîn heta bi Viyanê bibe.

2013’an bi peymana Rûsya, Avûstûrya, Ukrayna û Slovakyayê pêşbîniya wê hatibû kirin ku ji bajarê Kosîce ya Slovakyayê heta bi Viyanayê rêya hesin a 400 kîlometreyî were danîn.

XETA KU FIREHIYA RAYAN ZÊDE NE WÊ WERIN AVAKIRIN

Di nav çarçoweya projeyê de ku wê demê hatibû hesêbkirin lêçûna wê, wê 6,5 milyar euro be wê firehiya raya xetên hesin ên di navbera Kosîce-Viyanayê de bi qasî yên Rûsyayê û komarên li Sowyetê berfireh bin.

Li Amerîkaya Bakur û li gelek welatên Ewropî berfirehiya rayan a rêya hesin 1 metre 43,5 santîmetre ne li komarê Sowyeta berê ev berfirehî 1 metre û 52 santîm e.

Ji ber şerê navxweyî ku 2014’an bi Ukraynayê re çêbûbû proje hatibû rawestandin, Avûstûrya alîgirê projeyê ye û ji bo vê jî di 30 salî de 15 miyar euro nirxê zêde hedef dike.

20 HEZAR TRÊNÊN BAR WÊ HETA BI VIYANAYÊ BIÇIN

Heke xeta Transsîbîryayê heta bi Viyanayê biçe naklîyatên di navbera welatên Ewropa û Asyayê de wê zêdetir bin, ekonomîk û ekolojîk bin.

Bi vê nêzî 20 hezar trênên bar ku her yekê dikare 130 hezar konteyner hilgire ji ber sedema ferqa berfirehiya rayan bêyî ku barê xwe deynin wê bikaribin bigihijin Viyanayê.

Ji bo di navbera Asya û Ewropayê de bi rengekî bilez trênên bar werin xebitandin Projeya Rêya Nû ya Îpekê di hedefê de ye ku Komara Gel a Çînê ragihand. Niha Lyon a Fransayê û Londra a Ingilîstanê bi rengekî sembolîk bi Asyayê ve hatibin girêdan jî ji ber sedema cihêtiya vekirina xetan divê dema ku ketin welatên Sowyetan werin guhartin.