Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Avahiyên modern li ber germê zêde ne baş in

Li gorî lêkolînên hatin kirin, avahiyên ku avahîsaz û endizyar li gorî şert û mercên werza demsalê çêdikin, lê belê ji bîr dikin ku wê di nava çend salan de werzeke germtir pêk bê.

Lêkolîn li ser daxwaza Konfederasyona Swîsreyê, ji hêla Lucerne Teknîk û Dibistana Bilind a Avahîsaziyê ve hefteya bihurî hata kirin. Li gorî lêkolînê, avahiyên nû zû germ dibin lê belê ji bo sarbûnê tengasiyên wan hene. Bi gotineke dîtir, di bin germahiya zêde de xaniyên kevin baştir in.

Avahîsaz Gianrico Settembrini ê pêşengiya lêkolînê dike anî ziman ku paceyên avahiyên kevin li gorî yên nû gelek biçûk in û li hemberî germahiya zêde hêniktir dimînin û baştir in. 

Li gorî Saziya Radyo û Televîzyonê ya Îswîçreyê (RTS) Gianrico Settembrini got, "Avahiyên kevin zivistanê zêdetir enerjiyê bikar tînin, lewma baştir hatine îzolekirin lê havînê avantajên wan hene."

Gianluca Sttembrini anî ziman ku, "Ji bo baştir ji tavê bên parastin, belkî jî pêwîstî bi parastineke otomatîk û di serî de şevê ji bo baweşînkirina avahiyan pêdivî bi konsepteke nû heye. Ev karê avahîsazan e lê belê teknîk jî derfetên zêde pêşkêş dike: Em dikarin pergaleke ku havînê germahiyê bigire li zemînê stok bike û zivistanê ji bo germkirinê car din bikar bînin."