Asya Bîbî ya li Pakîstanê bû hedefa êrîşan, hate berdan

Asya Bîbî ku ev hefteyeke li Pakîstanê bûye hinceta protestoyên komên Îslamî yên tund, hate berdan.

Jina bi navê Asya Bîbî ku zêdeyî hefteyeke li Pakîstanê bûye hinceta protestoyên komên Îslamî yên tund, piştî 8 salên li girtîgehê hate berdan.

Dadgeha Bilind a Pakîstanê, 31'ê Cotmehê biryar dabûn Asya Bîbî ku bi sûcdariya 'heqareta li ol' cezayê îdamê lê hatibû birîn were berdan. Hin komên bi serkêşiya Tahrîk-î Lebbeyk Pakîstan biyar şermezar kir li bajarên Karaçî, Îslamabad û Lahorê rê li trafîkê girtibûn.

Parêzer doh daxuyaniyek da û diyar kir ku Asya Bîbî hatiye berdan û bi balafirê ew birine cihekî nediyar e.

Asya Bîbî ku Xiristiyan e, sala 2009'an ji ber ku ji bîra Misilmanekî av derxistibû bûbû hedefa jinan û hatibû îdîakirin ku Bîbî 'av gemarî kiriye'. Bîbî li ber vê rabûbû.

Bi hinceta "Heqaret li ola Îslamê kiriye" giliyê wê hatibû kirin û destpêkê dadgeha herêmî, piştre jî Dadgeha Eyaleta Lahorê cezayê îdamê lê birîbû.