Artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê qetlîamek din kir: 3 welatî hatin qetilkirin

Balafirên şer yên girêdayî artêşa Tirk li gundê Tepeka yê girêdayî herêma Çemço bombebaran pêk anî û di bombeberanê de 3 welatî hatin qetilkirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, şevê din balafirên şer yên artêşa Tirk gundê Tepeka yê li herêma Çemço yê girêdayî Herêmên Parastina Medyayê bomberdûman kirine. Di dema bomberdûmanê de welatiyên bi navê Îsmet, Şaban û Fakîr ku li nav baxçeyên xwe bûn, jiyana xwe ji dest dane.

Cenazeyên welatiyan vê sibê ji aliyê xizmên wan yên ku li wan digeriyan ve hate dîtin.

Artêşa Tirk şevê din jî  welatiyên ku ji baxçeyên xwe yên li gundê Rêkan û Nêrwe yê girêdayî Şeladizê vedigeriyan bombebaran kir û 4 welatî hatibûn qetilkirin.

Bi qetlîama li gundê Tepekan re ji şevê din ve di êrîşên artêşa Tirk de hejmara kuştiyan gihişt 7 kesan.