Artêşa Netewî ya Lîbya: 3 dronên Tirkiyeyê hatin xistin

Artêşa Netewî ya Lîbyayê diyar kir ku 3 dronên Tirkiyeyê xistine xwarê û hemû baregehên hewayî yên li bajarê Mîsratayê jî rûxandine.

Artêşa Netewî ya Lîbyayê daxuyaniyek nivîskî weşand û ragihand ku li baregeha hewayî ya El Jûfra ya li herêma Hûn 2 dronên Tirkiyeyê û li herêma Kûfra jî dronek din ya Tirkiyeyê xistine xwarê. Di daxuyaniyê de hate ragihand ku li Mîsrateyê hemû baregehên hewayî rûxandine.

Li gorî agahiya nûçegihanê Al Arabiya drona Tirkiyeyê ya ji aliyê Artêşa Netewî ya Lîbyayê ve hatî xistin El Jûfra kirîbû hedef.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku drona hatî xistin ji baregeha hewayî ya Mîsrata rabûye.