Artêşa Misirê: 77 ‘tekfîrperwer’ hatin kuştin

Artêşa Misirê diyar kir ku wan li dijî ‘hucreyên terorîst’ operasyon li dar xistine û 77 ‘tekfîrperwer’ kuştine.

Artêşa Misirê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di navbera 22’ê Tîrmehê û 30’ê Tebaxê de wan li Sînaya Bakur operasyon li dar xistine û 73 ‘tekfîrperwer’ kuştine. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 4 ‘tekfîrperwer’ jî hatine kuştin lê cih nehate diyarkirin.

Hêzên ewlekariyê yên Misirê ji bo milîtanên Îslamîst ên radîkal dibêje ‘tekfîrperwer’.

Artêşa Misirê diyar kir ku di operasyonan de 3 serbaz û 4 leşker jî mirine an jî birîndar bûne.

Artêşa Misirê li bakurê rojhilata Giravoka Sînaya Bakur operasyonên xwe zêde kir. Çeteyên DAÎŞ’ê li vir hene.

Di Çileya 2018’an de li herêmê operasyoneke berfireh hatibû destpêkirin. Piştî wê demê li gorî daxuyaniyên hêzên ewlekariya Misirê 930 çekdar hatine kuştin lê ne mumkun e ku mirov van daneyên fermî bi çavkaniyên din bide piştrastkirin.